Otobusa Azadiyê li Swîsreyê ye: Em ê bi ser bikevin!

Otobusa Azadiyê ya ku bi slogana “Ji Ocalan û girtiyên siyasî re azadî” li bajarên Ewrûpayê digere hat Zurîhê.

Otobusa Azadiyê ya ku bi slogana “Ji Ocalan û girtiyên siyasî re azadî” di 9’ê Cotmehê de ji Fransayê ji bajarê Strasboûrgê bi rê ketibû, hat Swîsreyê.

EM Ê BI SER BIKEVIN!

Di destê sibehê de ji bo pêşwazîkirina otobusê Kurdistanî li Swîsreyê li qada mîtîngê ya Zurîh Werdmmuhleplatzê kom bûn û bal kişandin tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

KOMPLO HATE TÊKBIRIN

Di axaftinên mîtîngê de hat diyarkirin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan roj bi roj girantir dibe û bi berxwedanê re wê azadiya fîzîkî ya Ocalan were pêkanîn. Di heman demê de hat destnîşankirin ku bi şoreşa Rojava re komplo hatiye têkbirin.

Otobusa azadiyê piştî vê derê ew ê bi konvoyê biçe Baselê û li vê derê bi çalakiyekê were pêşwazîkirin.