Rêxistina Efûyê li Lorîentê li dijî Tirkiyeyê çalakî pêk anî

Li bajarê Lorîent ê li rojavayê Fransayê, endamên Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî li dijî Tirkiyeyê çalakî li dar xistin.

Di çalakiya protestoyî de wêneyên Dîrektora Tirkiyeyê ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Îdîl Eser û hevalên wê hatin hildan û ji bo berdana parêzvanên mafên mirovan îmze hatin komkirin. Çalakgeran bi rêya belavokan bal kişandin ser binpêkirina mafên mirovan li Tirkiyeyê û ji bo ji parêzvanên mafên mirovan ên girtî re bên şandin, kartpostal amade kirin.

Endamên Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî daxuyaniyek li vir dan û destnîşan kirin, ku li Tirkiyeyê binpêkirina azadiya fikir û mafên mirovan roj bi roj zêdetir dibe. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, hikumeta AKP'ê bi zextê hewl dide hemû mûxalîfan bêdeng bike û parêzvanên mafên mirovan ên li ber vê binpêkirina mafên mirovan rabûne, daye girtin.

Endamên rêxistinê gotin, ew dixwazin siyasetmedar, parêzvanên mafên mirovan û rojnamevanên li Tirkiyeyê girtîne tavilê werin berdan û eger rejîma Tirkiyeyê di vî warî de gaveke erênî neavêje, wê çalakiyên xwe bidomînin.

Dîrektora Tirkiyeyê ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Îdîl Eser û welatiyê Elman Peter Steûdtner jî di nav de 10 kes roja 5'ê Tîrmehê li Buyukada ya Stenbolê di dema semînerekê de hatibûn binçavkirin û piştre hatibûn girtin.