KCDK-E: Ji bo Ocalan bi lezgînî divê em derkevin kolanan

KCDK-E têkildarî tendirûstî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyanî da û ji bo Kurdistaniyên ku li Ewropa dijîn banga çalakiyan kir.

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd ya Ewropa daxuyaniyekî nivîskî weşand û diyar kir ku nûçeya têkildarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, projeya ferman û qetlîamê ya AKP’ê û dewleta Tirk e ku ji destpêkê ve dixwaze bixe meriyetê.

KCDK-E di daxuyaniya xwe de got; “Divê AKP û Erdogan baş bizanibe rewşeke herî biçûk a beramberî tendirûstî û ewlehiya Rêber Abdullah Ocalan wê ji bo Tirkiyeyê ne baş bibe.” KCDK-E her wiha banga derketina kolanan li Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê dijîn kir.

KCDK-E ji bo ewlehiya Ocalan biparêzin, banga bikaranîna mafê demokratîk kir û wiha got; “Em bang li ciwan û jinên Kurd dikin ku li derdora Rêber Apo bibin xeleq. Heta ku em agahiyan ji Rêber Apo bistînin divê em beşdarî çalakiyan bibin.”