Li Parîsê çalakiya ji bo Ocalan
Ji ber ku ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agahî nayê stendin, li Fransayê li bajarê Parîsê çalakî hate lidarxistin.
Ji ber ku ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agahî nayê stendin, li Fransayê li bajarê Parîsê çalakî hate lidarxistin.
Piştî daxuyaniya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Kurdistaniyên li Ewrûpayê dadikevin kolanan. Li paytexta Fransa, Parîsê li Ajansa Nûçeyan a Fransayê (AFP) çalakî tê lidarxistin.
Endamên Ciwanên Azad ketin avahiya AFP’ê û slogana “Ji Ocalan re azadî” diqîrin.
Kurdistanî li pêşiya avahiya AFP’ê jî kom dibin. Çalakî hê didome û CDK-F bang li Kurdistaniyên li Parîsê kir ku bila dakevin kolanan.