Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) xebatên bi mebesta pêkanîna yekîtiya netewî didomîne. Xebatên ji bo yekîtiya Kurd li Hollandayê bi tevlêbûna bi sedan kesên Kurdên dîasporayê didome.
Di rûniştina roja duyemîn a komxebatê de piranî li ser kêşeyên Kurdên Ewropa û li derveyî Kurdistanê axaftin hatin kirin. Hate gotin li Ewropayê li gel ku 2 milyon Kurd dijîn jî û li gel ku ev ji nifûsa gelek dewletan zêdetir e jî Kurd bi civakî nayên naskirin û sedema wê jî ew e ku Kurd ji hev belawela ne.
‘DIVÊ KURD LI EWROPAYÊ BI NASNAMEYA XWE WERIN NASÎN’
Di beşê îro yê komxebatê de Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç axivî. Koç daxwazên KCDK-E’yê anî ziman û bang kir ku Kurd li Ewropayê di bin banekî de werin cem hev.
Koç got hatine Kurdan a ber bi Ewropayê ve ji dema Osmaniyan ve ye û got bi taybetî piştî Şerê Cîhanê yê 2. û piştî 1980’î ji ber sedemên siyasî Kurd ber bi Ewropayê ve hatine. Koç wiha got: ‘’Te divê bila karkerê mêvan, akademîsyan, an jî penaberê siyasî bin, Kurdistanî dema ku çûne Ewropayê bi nasnameya dewletên ku jê çûne hatine nasîn. Miemeleya Tirk, Ereb, Farsan bi wan hatiye kirin û nebûne xwedî wan derfetan ku bi nasnameya xwe bijîn. Kurdan bi komele û xebatên siyasî hewl dane ku xwe bidin naskirin. Kurdistaniyên ku dest bi sazûmaniyê kirin, di raya giştî de bi berxwedanên Kurdistanê û bi komkujiyan ji salên 1990’î ve zêdetir ketine rojeva Ewropayê. Van têkoşînan her çendî hin maf bi dest ve anîbin jî li Ewropayê bi mantiqa dewletên mêtinger nêzîkatî li Kurdan kirin. Li Ewropayê her çendî piraniya koçberan nasname û çanda xwe diparêzin jî ji bo ku bi gelên xwecih ên Ewropî re bibin xwedî heman mafan têdikoşin.
‘BI KURDBÛNÊ NAYÊN NASKIRIN,’
Koç bi domdarî bal kişande ser nifûsa Kurdan a li Ewropayê got li Ewropayê ji 2 milyonan zêdetir Kurd hene û li gel vê jî nêzî nîvî 2,2 milyon Kurdên li Ewropayê her çendî bûbûn welatiyê Ewropayê jî bi nasnameya xwe û bi Kurdbûnê nayên naskirin.
Koç li ser nifûsa Kurdan a li derveyî Kurdistanê jî wiha da:
"Emanya 1, 2 milyon; Danîmarka 80 hezar; Fransa 250 hezar; Hollanda 150 hezar; Norveç 30 hezar; Îngiltere 200 hezar; Swêd 80 hezar; Belçika 20 hezar; Swîsre 60 hezar; Çekoslovakya 1,500; Polonya 800; Îtalya 10 hezar; Bulgarîstan 1000; Fînlandiya 12 hezar, Yunanîstan 1000; Belçika 20 hezar; Romanya 2 hezar; Kıbrıs 500; Avusturya 80 hezar; Macarîstan 500; Skoçya 400."
Koç bi domdarî got, ‘’Yek ji koma herî mezin a koçberan Kurd heta niha tim bi dewletên ku Kurd jê derketine hatine bibîranîn û weke komeke cuda ya koçberan nayên qebûlkirin. Bi vî rengî ji mafên ku tevlê entegrasyona resen bibin û ji mafên sereke bêpar têne hiştin.’’
DIVÊ JI BO KURDÊN LI EWROPAYÊ ÇI WERE KIRIN
Hin daxwazên ku KCDK-E’yê derbarê komxebatê dane wiha ne:
* Divê Platforma Kurdên Ewropayê ya bi ser KNK’ê ve ku sazîyên Kurd û şexsiyet tê de ne were avakirin. Divê ev xebata bi koordîna û bi aheng ji xwe re esas bigire.
*Ji bo Kurdên li Ewropayê weke komeke cuda ya gel were nasîn xebatên domdirêj werin kirin û ji bo ku gelê me yê hemû parçeyan bibin xwedî statû bi plansaziyên hevpar xebat werin kirin.
*Ji bo Birêz Ocalan û hemû girtiyên siyasî yên çar parçeyan bername werin çêkirin.
*Di mijarên asta perwerdehiyê, pîşe, sermiyana Kurd de xebatên zanistî ji bo Kurdên Ewropa werin kirin.
*Divê xwendekarên Kurd ên li zanîngehan ji bo ku xebatê li ser Kurdên Ewropa bikin werin teşwîqkirin.
* Divê hemû saziyên me ji bo ku gelê me li Ewropa bi nasnameya xwe tevlî saziyên Ewropa bibe teşwîqê bikin.
*Hemû Kurd di saziyên fermî de dema ku karê xwe kirin ji bo ku bi Kurdbûnê qeyda wan were kirin bi israr bin.
*Ji bo ku ji mafên heyî sûd were standin (weke dersên Kurdî û hwd.) divê xebaten sereke yên saziyan werin kirin û gel di vê mijarê de were perwerdekirin.
‘WEŞANÊN YEKÎTIYA NETEWÎ’
Dr. Hesen Şetawî jî di axaftina xwe de gazin ikr ku di medyaya Kurd de weşaneke netewî nîn e û wiha got: ‘’Divê KNK weşanên weke kovar, televizyonê veke. Divê ev weşan jî yekîtiya netewî bide xebitandin û bi temamî xizmetê ji yekîtiya netewî re bike.’’
HELWESTA LI DIJÎ PDK’Ê
Îşhanî Em Rûsî jî got, ji ber ku Kurd ne yek in gelekî êşiyane û got partiyên siyasî guh nadin daxwazên gel. Em Rûsî rexne li PDK’ê kir û got, ‘’PDK Êzîdî firotin. Li gel ku dizanîbû ku DAIŞ êrîş bi ser Şengalê de aniye jî çekên Êzîdiyan ji wan standin, ew jî reviyan û çûn. Niha bi hezaran jinên Êzîdî bi destê DAIŞ’ê têne firotin. Ev namûsa me ye.’’
Her wiha li hêwana ku komxebata Kurd tê kirin ji bo Lîderê YNK’ê Celal Taloabanî quncikekî taybet hate veqetandin. Di axaftinan de têkoşîna Talabanî hate destnîşankirin û hate gotin divê xeyala wî ya Kurdistanê were jiyandin.