ROJANE
Hemû Nûçe
-
NCDK li 3 bajaran kongreyên xwe li dar xist
Li banliyoya Vîllîers le Bel a paytexta Fransa Parîsê û li bajarên Aachen û Hambûrgê yên Elmanyayê, meclîsên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) kongreyên xwe yên salane li dar xistin. -
Ji hevjînên extiyar ên Elman çalakiya ji bo Efrînê
Li paytexta Elmanya Berlînê, ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê xwepêşandaneke girseyî hate lidarxistin. Di dema xwepêşandanê de hevjînên extiyar ên Elman çalakiyeke balkêş kirin. -
Efrîn ket rojeva Meclîsa Eyaleta Hessenê
Sê partiyên mezin ên li Meclîsa Eyaleta Hessenê ya Elmanyayê komên xwe hene, ji artêşa Tirk xwestin ku tavilê êrîşên xwe yên li ser Efrînê bisekinîne. -
Li Aalst û Saarbruckenê merasîmên ji bo bîranîna şehîdan
Ahmet Kiliç (Mûrat) ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû li bajarê Aalst ê Belçîkayê û şehîdên Efrînê jî li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê hatin bîranîn. -
Bayik: AKP bi rengekî taktîkî nêzî pêvajoya 'çareseriyê' bû
Bayik: AKP bi rengekî taktîkî nêzî pêvajoya ku jê re 'pêvajoya çareseriyê' dihate gotin bû. Ji bo çareseriya meseleya Kurd tevnegeriya. Ne dema rawestandina şer, ne jî hevdîtin ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê nenirxand. -
Prof. Fansa: Perestgeha Îştarê ya 3 hezar salî hate hilweşandin
Arkeolog Prof. Dr. Mamoûn Fansa diyar kir ku ji ber bomberdûmana balafirên şer ên artêşa Tirk, perestgeha Îştar a 3 hezar salî ya dema Hîtîtan a li Efrînê hilweşiya ye. -
Li 5 bajarên Fransayê berxwedana Efrînê hate silavkirin
Kurdistaniyên ku li gelek bajarên Fransayê daketin qadan, li dijî êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê çalakiyên protestoyî lidar xistin. -
Li Stockholm û Helsînkiyê çalakiyên ji bo Efrînê
Li dijî dewleta Tirk a dagirker li paytexta Swêd Stockholmê meşa bi meşaleyan, li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê jî meş û mîtîngeke girseyî hate lidarxistin. -
'Têkoşerên berxwedana serdemê wê bi ser bikevin'
Kurdistaniyên ku bi rojan e li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê mîtîngan li dar dixin, duh jî li Elmanya, Îtalya û Fransayê daketin qadan. -
ROJEVA 5'Ê SIBATA 2018
Rojeva Navenda Nûçeyan a 5'ê Sibata 2018'an -
Arslan: Divê em gelê Efrînê bi tenê nehêlin
Hevserokê DBP’ê Mehmet Arslan di civîna DBP’ê ya bi şîara ‘Em li dijî zilmê têkoşîna hevpar li nav civakê geştir bikin’ de axivî û wiha got; “Divê em xwedî li vê xeta berxwedanê derbikevin. Gelê Efrînê bi tenê nehêlin.” -
Li Moskowa, Kopenhag û Mannheîmê çalakiyên ji bo Efrînê
Kurdistaniyên li paytexta Rûsya Moskowayê dijîn bi çalakiyekê êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Efrînê şermezar kir. Li Kopenhaga Hollandayê jî Kurd daketin qadan û li Mannheîma Elmanyayê jî çalakiya meşê ya ji bo du rojan hate destpêkirin. -
98 akademîsyenên Îtalî banga Efrînê li Papa kirin
Li Îtalyayê 98 akademîsyênên navdar, derbarê êrîşên li hember Efrînê bang li Papa kirin. Akademîsyenên Îtalî diyar kirin ku êrîşa li hember Efrînê êrîşa li hember jiyana hevpar e. -
Pêkhateyên HDP’ê: Em li rex Efrînê ne
Pêkhateyên HDP’ê bi daxuyaniyeke hevpar diyar kirin ku ew li rex gelê Efrînê ne û hewldanda dagirkeriyê ya li ser Efrînê qebûl nakin. -
Iraq: Em êrîşên li ser Efrînê şermezar dikin
Wezîrê Kar Derve Ibrahîm Caferî êrîşên dagirker ên li ser Efrînê şermezar kir. -
Li Viyanayê bi hezaran kes ji bo Efrînê meşiyan
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, bi hezaran kes li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk meşiyan. -
KCK'ê bang li Elmanyayê kir: Ketina Efrînê bi kêrî we nayê!
"Bi tankên Elmanyayê îro êrîş li gelê Efrînê tê kirin. Dewleta Elman ji bo berjewendiyên xwe gelan, gelên Rojhilata Navîn dike hedefa faşîzmê û qirkeriya nîjadperest." -
BERXWEDANA SERDEMÊ YA LI EFRÎNÊ DI ROJA 16'AN DE YE
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên Artêşa Azad-Nûsra-DAÎŞ'ê dewam dikin. Li gelek cihan şer diqewime û bi balafirên şer bombe tên barandin. Li Rojava û Bakurê Sûriyeyê wê îro bi sed hezaran kes ber bi Efrînê ve bimeşin. -
Encamên civîna awarte ya komîteya dîplomasiya hevbeş
Komîteya dîplomasiya hevbeş a partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî ku bi rojeva Efrînê li hev civiya, encamên civîna xwe ya awarte eşkere kir. -
Li 13 bajarên Swêdê çalakiyên ji bo Efrînê
Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê li bajarên Stockholm, Goteborg, Borlange, Vasteras, Gavle, Kalmar, Lûnd, Boras, Malmo, Vaxjo, Vastervîk, Motala û Orebro hatin şermezarkirin. -
Kurdistanî li gelek bajarên Ewropayê rabûn ser piyan!
Ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê, li gelek bajarên Ewropayê çalakî hatin lidarxistin. -
ROJEVA 4'Ê SIBATA 2018
Rojeva Navenda Nûçeyan a 4'ê Sibata 2018'an -
Li Norwêcê bi hezaran kes ji bo Efrînê li hev civiyan
Li bajarên Oslo, Trondheim û Stavanger ên Norwêcê Kurdistaniyan û dostê wan êrîşên dewleta Tirk ên li hember Efrînê şermezar kirin. -
Li her cihî çalakiyên xwedîderketina li Efrînê
Êrîşên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê li gelek navendên Ewropayê hatin protestokiri. -
NÛ BÛ- Li Fransayê peyama ‘Parastina Efrînê parastina şoreşa jinê ye’
Li gelek navendên Fransayê Kurdistanî û dostên wan li ser banga TJK-E daketin kolanan û peyama‚ ‘Em rê nadin faşîzmê‘ dan.