Li her cihî çalakiyên xwedîderketina li Efrînê

Êrîşên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê li gelek navendên Ewropayê hatin protestokiri.

Li ser banga Tevgera Jinên Kurd ên Ewropayê, li Avûstûrya, Îtalya, Belçîka, Hollanda û gelek bajaran Kurdistanî û dostên wan êrîşên li ser Efrînê protestokirin.

Graz

Li bajarê Graz ê Avûstûryayê êrîşên dewleta Tirk a dagirker bi mîtîngekê hate protestokirin.

Di axaftinên mîtîngê de hatin kirin, wê çalakiyên xwe yên ji bo xwedîderketina Berxwedana Serdemê bidomînin.

Her wiha di çalakiyê de belavok hatin belavkirin û çalakî bi dirûşma “Kujerê zarokan Erdogan” bi dawî bû.

KLAGENFÛRT

Li bajarê Klagenfûrt ê Avûstûryayê jî meşek hate lidarxistin. Kurdistaniyên li bajêr dijîn dîsa daketin qadan û çalakî ji pêşiya HBF’ê destpê kir. Di çalakiyê de dirûşmên “Kujer Erdogan” û “Efrîn ne bi tenê ye” hatin qîrkirin.

ÎNNSBRÛCK

Ji bo xwedîderketina li Efrînê li bajarê Înnsbrûck ê Avûtûryayê jî meşek hate lidarxistin. Kurdistaniyê kul i eyaleta Tîrolê dijî tevlî meşê bûn û welatiyên Avûstûryayî jî piştgirî kirin. Her wiha di çalakiyê de dirûşmên “Biî Berxwedana Efrînê”, “Kujer Erdogan” û “Terorîst Erdogan” hatin qîrkirin. Meşa ji Peykerê Annasaûle destpê kir piştî meşa 2 km û şûnde dîsa vegeriyan pêşiya Peykerê Annasaûley û çalakî bi dawî kirin.

PÎSA

Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Pîsa yê Îtalyayê dijî jî meşek lidar xistin. Meşa j istasyona Trenê destpê kir heta Şaredariya Pîsa dewam kir. Di çalakiyê de bê navber dirûşmên “Kujer Erdogan”, “Bijî Berxwedana Efrînê” û “Bijî YPG/YPJ” hatin qîrkirin.

Girseyê li pêşiya şaredariyê mîtîngek lidar xistin. Di axaftinên mîtîngê de hate kirin dewleta Tirk a dagirker hatin şermezarkirin û çalakî bi dirûşman ve bi dawî bû.

ROTTERDAM

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker li bajarê Rotterdam ê Hollandayê jî bi meşekê hate protestokirin. Çalakiya ku welatiyên Hollandî jî tevlî bûn, alên PKK, YPG/YPJ, PYD û YJA Star jî hatin bilindkirin. Dîsa pankartên ku êrîşên dewleta Tirk protesto dikin hatin vekirin û dirûşmên “Bijî Berxwedana Efrînê” hatin qîrkirin.

SYDNEY

Li bajarê Sydney ê Avûstûralyayê êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyê wê ya li ser Efrînê hatin protestokirin. Li gel sedan kesî rêxistinên civaka sivîl, nûnerên partiyên siyasî jî tevlî mîtînga ku hate lidarxistin bûn û li ser navê Nûnertiya KNK’ê ya Sydney û Nûnertiya PYD’ê axaftin hatin kirin. Di axaftinên çalakiyê de hatin kirin, hate gotin divê ku hikûmeta Avûstûralya li dijî êrîşan bêdeng nemîne.

ANTWERPEN

Li bajarê Antwerpen ê Belîçîkayê bi armaca protestokirina êrîşên dewleta Tirk a li ser Efrînê çalakiyek hate lidarxistin.

Çalakiya ku FEK-BEL, MLKP, Partîzan, HDK-E û SKB destke kir, ji Qada Sîmple destpê kir. Çalakiya ku 1500 kes tevlî bû de bi dirûşim û axaftinan bi dawî bû.