NCDK li 3 bajaran kongreyên xwe li dar xist
Li banliyoya Vîllîers le Bel a paytexta Fransa Parîsê û li bajarên Aachen û Hambûrgê yên Elmanyayê, meclîsên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) kongreyên xwe yên salane li dar xistin.

VÎLLÎERS LE BEL
Li banliyoya Vîllîers le Bel a paytexta Fransa Parîsê, Meclîsa NCDK'ê kongreya xwe ya çaremîn pêk anî. Kongreya bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê dest pê kir. Beşdarên kongreyê gotin, "Çawa ku li Kobanê berxwedan bi ser ket, wê li Efrînê jî berxwedan bi ser bikeve." Di kongreyê de rapora li ser kar hate xwendin û nirxandin. Piştre meclîsa ji 54 kesî û Yildiz Aydin û Bahrî Denîz jî ji bo hevserokatiyê hatin hilbijartin.
AACHEN
Mala Gel a Kurd li bajarê Aachen ê Elmanyayê kongreya xwe ya 5. li dar xist. Piştî deqeyeke rêzgirtinê û hilbijartina dîwanê, rojeva kongreyê hate diyarkirin. Nûnerê KCD-E li kongreyê pêvajoya siyasî nirxand û got, "Li Rojhilata Navîn Şerê 3. ê Cîhanê diqewime. Bi vî şerî re hewl tê dayin ku Rojhilata Navîn ji nû ve were dîzaynkirin. Gelê Kurd ku di nava vî şerî de têdikoşe wê bibe xwedî statu."
Di dawiya kongreyê de rapora li ser karê salekê hate xwendin, piştre jî 50 endamên 10 komîsyonan hatin hilbijartin. Suheyla Kiliç û Bulent Îşcan jî ji bo hevserokatiya meclîsê hatin hilbijartin.
Kongre bi qîrîna dirûşmên "Bijî berxwedana Efrînê" û "Bijî Serok Apo" qediya.
HAMBÛRG
Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd kongreya xwe li dar xist. Parlamentera Parlamenta Eyaleta Hambûrgê Cansû Ozdemîr li kongreyê axivî û got, "Dewleta Rûs dixwaze Kurdistaniyên li Rojava dijîn entegreyî dewleta Sûriyeyê bike." Ozdemîr diyar kir, ji ber ku nekarî vê bike, niha jî dixwaze bi zorê bixe ser rêya xwe, lewma li pêşberî kuştina sivîlan bêdeng e ku bi destê dewleta Tirk tê kirin.
Piştî nirxandina rewşa siyasî, raporên kar hatin xwendin û nirxandin. Di dawiyê de jî Îmam Comert û Şenay Beyazit ji bo hevserokatiya NCDK Hambûrgê hatin hilbijartin.