Xwepêşandana ji bo şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk, bi beşdariya zêdeyî deh hezar kesî li Oranîenplatzê pêk hat. Hevjînên extiyar ên Elman jî pankartek bi stuyê xwe ve kirin û hikumeta Elman a federal ku li pêşberî komkujiyên li Efrînê bêdeng e şermezar kirin.
Hevjînên Elman bi tîpên mezin peyva "Skandal" li ser panketa xwe nivîsandin û bêdengî li meydanê geriyan.
Hevjînên extiyar ev bang li hikumeta Merkel kir: "Bi çekên ku hikumeta me didin û bi bêdengiya we, destek ji sûcên li dijî Kurdan tê kirin, tê dayin. Êdî helwesteke zelal nîşan bidin."