TSP: Bila siyasetmedarê Kurd Yuksel Koç bê berdan!

Platforma Dengê Girtiyan (TSP) zextên dewleta Elman ên li ser sazî û aktîvîstên Kurd şermezar kir û xwest, siyasetmedar Yuksel Koç tavilê bê berdan.

Siyasetmedarê Kurd Yuksel Koç ê li bajarê Bremen ê Elmanyayê dimîne, sibeha 20'ê Gulanê di serdegirtina mala xwe de hate binçavkirin û girtin.

TSP'ê daxuyaniyek weşand û ragihand ku Yuksel Koç weke siyasetmedarekî Kurdistanî salên dirêj li saziyên demokratîk ên Kurd xebitî, di asta hevserokatiyê de wezîfe li rêxistinên sîwanî yên Kurdan kir û ji bo bikaranîna mafên demokratîk ên Kurdistaniyên li Ewropayê ked da. Her wiha di karên şoreşger, hêzên demokratîk ên li Ewropayê de ked da, li nava raya giştî siyasetmedarekî naskirî ye."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Yuksel Koç ji ber têkiliyên qirêj û bazariya navbera dewleta Elman û dewleta Tirk de hate girtin.

TSP'ê diyar kir ku dewleta Elman bi salan e bi serdegirtina li saziyên Kurdan û girtina aktîvîstên siyasî yên Kurd hewl dide Kurdan krîmînalîze bike, rêxistiniya wan lawaz bike û bi vî rengî dibe hevpar ji êrîşên înkar û îmhayê yên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ew girtina Yuksel Koç weke êrîşek li ser kes û saziyên demokratîk dibînin û bi tundî şermezar dikin.