Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Stenbolê, li Salona Dawetê ya Karacayê ya li Sarigaziyê bi şîara " Em li dijî zilmê têkoşîna hevpar li nav civakê geştir bikin " xwarinek bi gel re belav kir. Di xwarinê de Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê, malbatên girtiyan jî di nav de, bi dehan kes amade bûn.
Piştî rêzgirtinê, Berdevkê Însiyatîfa Piştgiriya Ji Bo Zindanan ê Stenbolê Arîf Yilmaz axivî.
YILMAZ: DIVÊ GEL JI BO TÊKOŞÎNA LI ÎMRALIYÊ, TÊBIKOŞIN’
Yilmaz diyarkir ku qasî 15 hezar girtiyên siyasî hene, li dijî girtiyan zext, êşkence û tecrîd dewam dike û ev tişt got: "Heke li Îmraliyê tecrîd giran bibe, li tevahiya girtîgehan şert zehmet dibin. Êrîşa li dijî Efrînê jî bi polîtîkaya tecrîdê ve girêdayî ye. Ji bo wê divê hemû gel li dijî tecrîda li Îmraliyê têkoşînê xurt bike."
ARSLAN: DIVÊ EM XWEDÎ LI XETA BERXWEDANÊ DERBIKEVIN
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan jî destnîşan kir ku her çendî êrîşên li dijî Efrînê dilê wan bişewitîne jî, lê eniya wan vekirî ye û wiha axivî: "Ji ber ku her hevalên me yên ku têkoşîna azadiyê daye û şehîd ketiye, têkoşîna wî vala neçûye. Îro AKP-MHP li dijî destkeftiyên Kurdan bi hêzên derve re bûne yek û bûne ticarê şer, dixwazin Efrînê dagir bikin. Naxwazin Kurd azad bibin." Arslan anî ziman ku wan bi têkoşîna xwe û bi berxwedana serdemê nîşanî dagirkeran daye.
‘ÊRÎŞÊ PRESPEKTÎFÊN OCALAN DIKIN'
Arslan bi lêv kir ku pêvajoya bi Rojava dest pê kir, bi xeta sêyemîn a demokratîk, wekhev û azadiyê ji bo gelên cîhanê bûye mînak û ev tişt anî ziman: "Gelên Rojava bi prespektîfa neteweya demokratîk a Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, jiyana xwe ava kirin. Êrîşên li dijî Rojava ne tenê li dijî bajarekî piçûk ê Kurdistanê ye, li dijî xeta neteweya demokratîk a Birêz Ocalan dixwaze li Rojhilata Navîn ava bike pêk tê." Arslan destnîşan kir ku pergala ku ji daxwazên demokratîk re nebin bersiv, wê li piyan nemînin û wekî mînak jî Sûriye, Misir, Libya û Tûnûs da.
'DIVÊ RÊBERÊ GEL MUXATAB BIGIRIN'
Arslan got ku ji 5'ê Nîsana 2015'an vir ve li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîdeke giran heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji wê rojê vir ve mirov jiyana xwe ji dest didin û şer kûr dibe. Îro Tirkiye hatiye rewşeke wisa nikare xwe bi rê ve bibe. Heke gel Birêz Ocalan wekî rêberê xwe bibîne, tu yê jî biçî muxatab bigirî û pirsgirêkê bi rêyên demokratîk çareser bikî."
Piştî axaftinan civîna gel bi belavkirina xwarinê bi dawî bû.