Li Viyanayê bi hezaran kes ji bo Efrînê meşiyan

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, bi hezaran kes li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk meşiyan.

Bi hezaran Kurdistanî tevî dostên xwe li paytexta Awûstûrya Viyanayê meşiyan. Saziyên sosyalîst ên Awûstûryayî jî destek dan meşê.

Di meşê de dirûşmên "Her der Efrîn e, her der berxwedan e", "Artêşa Tirk ji Kurdistanê bicehime", "Kurdistanê wê bibe goristan ji faşîzmê re" hatin qîrîn.

Girseya gel heta ber avahiyên Serokwezaretî û Serokkomariyê yên Awûstûryayê meşiyan û li vir mîtîngek pêk anîn.

Di mîtîngê de Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Viyanayê, Serokê Komeleyea Piştgiriya bi Penaberan re Mîschel Genner, Berdevka Komeleya Jinên Femînîst a Awûstûryayê û nûnerên alîgirên Partîzan (MLKP) axivîn.

Kurdistaniyan her wiha ji bo balê bikişînin ser êrîşên dewleta Tirk ên li Efrînê bi hezaran belavok belav kirin û gotin, wê çalakiyên xwe bidomînin.