Li Norwêcê bi hezaran kes ji bo Efrînê li hev civiyan
Li bajarên Oslo, Trondheim û Stavanger ên Norwêcê Kurdistaniyan û dostê wan êrîşên dewleta Tirk ên li hember Efrînê şermezar kirin.
Li bajarên Oslo, Trondheim û Stavanger ên Norwêcê Kurdistaniyan û dostê wan êrîşên dewleta Tirk ên li hember Efrînê şermezar kirin.
Li peytexta Norwêc Osloyê Kurdistanî û dostên wan êrîşên dagirker ên dewleta Tirk protesto kir.
Girse li ber gara trênê ya navendî li hev civiya. Li vir axaftin hatin kirin û skêçeke kurt jî hate pêşkêşkirin.
Di çalakiyê de wêneyên sivîlên şehîd ketine hatin hilgirtin û Serokê Partiya Sor a Norwêcê wekîl Bjornar Moxnes axivî. Bjornar Moxnes Erdogan gelekî hişk rexne kir, diyar kir ku wan mijar gelek caran aniye ziman û bêdengiya hikumeta Norwêçê ya li hember êrîşan jî rexne kir.
Piştî axaftinan girse heta navenda bajêr meşiya.
Meş bi mitîngekê bi dawî bû.
TRONDHEIM
Li bajarê Tronheimê jî çalakiyek pêk hat.
Kurdistanî û dostên wan li qada Torg kom bûn, ji bo piştgiriyê bidin berxwedana Efrînê meş û mitîng li dar xistin. Di çalakiyê de gelek caran dirûşmeya „Bijî berxwedan Efrînê“ hate qîrîn.
Tevî serma û seqemê jî Kurd û dostên wan ên Norwêcî di çalakiya ku nêzî 2 saetan dewam kir, bi axaftin û dirûşmeyan nerazîbûna xwe ya li hember êrîşan nîşan dan.
Wekî din belavokên agahiyan jî hatin belavkirin.
Di çalakiyê de dirûşmeyên „bijî şoreş“, „Erdoganê kujer“ û „bijî berxwedana Efrînê“ hatin qîrîn.
Li bajarê Norwêc Stavanger jî bi armanca xwedîderketina li berxwedana Efrînê çalakiyek pêk hat.