Li 13 bajarên Swêdê çalakiyên ji bo Efrînê
Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê li bajarên Stockholm, Goteborg, Borlange, Vasteras, Gavle, Kalmar, Lûnd, Boras, Malmo, Vaxjo, Vastervîk, Motala û Orebro hatin şermezarkirin.
Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê li bajarên Stockholm, Goteborg, Borlange, Vasteras, Gavle, Kalmar, Lûnd, Boras, Malmo, Vaxjo, Vastervîk, Motala û Orebro hatin şermezarkirin.
Di çalakiyan de ji Swêdê û hemû welatên rojavayî hate xwestin ku li ber êrîşên li ser Efrînê rabin.
BORLANGE: Kurdistaniyên li bajarê Borlangeyê dijîn tevî dostên xwe ji bo piştgiriyê bidin Efrînê careke din daketin qadan. Çalakî li meydana Jûssî bjorlîngê pêk hat û daxuyaniyek hate dayin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku tişta Saddam Huseyîn berê li gelê Kurd kir, tişta ku Hîtler li Yahûdiyan kir, îro jî Erdogan li Kurdan dike û hat gotin, "Hikumeta Swêdê ji bo pêşî li komkujiyên li Efrînê tên kirin bigire, divê dengê xwe bilind bike. Pêwîste tavilê bikeve nava liv û tevgerê."
GOTEBORG: Li meydana Gotaplatsenê ya li bajarê Goteborgê bi xwepêşandaneke girseyî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê hatin şermezarkirin. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl li vir axivîn û diyar kirin ku dewleta Tirk dixwaze destketiyên gelê Kurd ji holê rake. Qisekeran destnîşan kirin ku gelê Efrînê û raya giştî ya demorkatîk wê destûra vê yekê nedin.
VASTERAS: Li bajarê Vasterasê li meydana Stortorgetê di xwepêşandanê de pankartên bi nivîsa "Efrîn bi tenê nîne", "Artêşa Tirk ji Kurdistanê bicehime", "Efrînê biparêze" hatin vekirin û dewleta Tirk hate şermezarkirin. Çalakgeran bang li hikumeta Swêdê û Yekîtiya Ewropayê kirin ku li ber barbariya dewleta Tirk rabin.
GAVLE: Kurdistanî û dostên wan ên tevlî xwepêşandana li meydana Stortorget a bajarê Gavle bûn, êrîşên li ser Efrînê şermezar kriin, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YPG/YPJ û PKK'ê hildan. Qisekeran diyar kirin ku Erdogan bi rêya vê êrîşê dixwaze DAÎŞ'ê ji nû ve xurt bike û piştgirî ji berxwedana Efrînê re hat dayin.
VASTERVÎK: Nêzî 200 kes tevlî çalakiya li meydana Storatorget a li bajarê Vastervîkê bûn. Di çalakiyê de dirûşmên "Dîktator Erdogan", "Destên xwe yên bi xwîn ji Efrînê vekişînin", "Bijî berxwedana Efrînê" hatin qîrîn. Nûnerên PYD û Partiya Çep li vir axivîn û bêdengiya hikumeta Swêdê û welatên rojavayî rexne kirin.
BORAS: Li bajarê Borasê, di xwepêşandanê de bi navê Navenda Civaka demokratîk a Kurd (NCDK) Nezîr Efrîn axivî û destnîşan kir ku Tirkiye bi binpêkirina qanûnên navneteweyî re li Efrînê komkujiyan dike. Çalakgeran her wiha bêdengiya Rûsya û welatên rojavayî jî şermezar kirin.
LÛND: Bi heman armancê li meydana Clemenstorgetê ya bajarê lûndê mîtÎngek hate lidarxistin. Piştî axaftinan, irseya gel bi qîrîna dirûşman heta meydana Storatorgetê meşiya.
MOTALA: Çalakiya li bajarê Motalayê bi beşdariya 300 kesî pêk hat. Serdar Hesen bi navê NCDK axivî û anî ziman ku armanca dewleta Tirk tinekirina destketiyên gelê Kurd ên li Rojavayê Kurdistanê ye. Hesen got, "Lê belê gelê Efrînê û dostên wan wê destûra vê nedin. Erdogan û çeteyên wî mîna çeteyên DAÎŞ'ê wê têk biçin." Di çalakiyê de li ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê belavok hatin belavkirin.
KALMAR: Kurdistaniyên li herêma Blenkîngeyê dijîn, ji bo destekê bidin berxwedana gelê Efrînê li bajarê Kalmarê li hev civiyan. Di xwepêşandanê de êrîşên dewleta Tirk ahtin şermezarkirin û bang li hikumeta Swêdê hate kirin ku ji bo rawestandina êrîşan li Yekîtiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî bikeve nava liv û tevgerê.
MALMO: Kurdistaniyên li bajarê Malmo yê li başûrê Swêdê ji bo Efrînê rabûn ser piyan. Li navenda bajêr çalakiyek hate lidarxistin û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl ên Kurdistanî û Swêdî li vir axivîn. Qisekeran gotin, "Cihê şermê ye ku welatên Rojavayî li pêşberî êrîşên dewleta Tirk ên li ser YPG/YPJ'ê ku çeteyên DAÎŞ'ê têk birin, bêdeng in." Her wiha bang hate kirin ku pêkanîn li ser dewleta Tirk were ferzkirin.
VAXJO: Kurdistanî û dostên wan ên li meydana navndî ya bajarê Vaxjo li hev civiyan, ji bo êrîşên dewleta Tirk şermezar bikin çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de ji hikumeta Swêdê hat xwestin ku zextê li dewleta Tirk bike.
OREBRO: Komek ji jinên Kurd, li resepisyona rojnameya Nerîkes Allehandayê ji bo Efrînê çalakî li dar xist. Jinan pankarta ku êrîşên li ser Efrînê şermezar dike hildan û ji rojnameyê xwestin ku balê bikişîne ser komkujiyên dewleta Tirk li Rojava dike. Rojnameyê jî cih da çalakiya jinan.