Iraq: Em êrîşên li ser Efrînê şermezar dikin

Wezîrê Kar Derve Ibrahîm Caferî êrîşên dagirker ên li ser Efrînê şermezar kir.

Şevê din, Ofîsa Wezîrê Karê Derve yê Iraqê Îbrahîm Caferî der barê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser Kantona Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek  belav kir.

Di daxuyaniya Caferî de wiha hate gotin: “Em destwerdana dewleta Tirkiya li ser herêma Efrîn ya Sûriye şermezar dikin. Me çawa ku destwerdana Tirkiye li Başîka red kiribe, bi heman awayî jî destwerdana her welatekî biyanî li karûbarê welatekî din jî qebûl nakin.”

Caferî îşaret bi peywendiyên navbera Tirkiye û Iraqê jî kir û got: “Wê peywendiyên me yên li gel Tirkiye berdewam bike lê, ev nayê wê wateyê ku em binpêkirinên Tirkiye qebûl bikin."