Li 5 bajarên Fransayê berxwedana Efrînê hate silavkirin
Kurdistaniyên ku li gelek bajarên Fransayê daketin qadan, li dijî êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê çalakiyên protestoyî lidar xistin.

STRASOBÛRG: Li bajarê Strasboûrgê li dijî êrîşên dagirkeriyê meşeke bi meşaleyan hate lidarxistin. Nêzî 100 kes tevlî meşê bûn ku ji gara trenê ya navendî dest pê kir û heta Place Klêber dewam kir. Di çalakiyê de hewldana dagirkeriyê hate şermezarkirin û 'Berxwedana Serdemê' ya li Efrînê hate silavkirin.
MARSÎLYA: Bi pêşengiya Ciwanên Azad Kurdistanî li bajarê Marsîlyayê bi meşaleyan meşiyan. Meşa ku ji meydana Canabîere dest pê kir heta meydana Vîeûx Portê dewam kir. Piraniya wan jin û ciwan bi sedan kesî êrîşên li ser Efrînê şermezar kirin. Piştî meşê mîtîngek hate lidarxistin û bi navê Komîteya Piştevaniyê Kemal Guler got, çi dibe bila bibe ya bi ser bikeve wê berxwedana gel be.
ETAMPTE: Li bajarê Etampteyê, bi seda kes bi pêşengiya ciwanan li ber gara trenê l hev civiyan û bi qîrîna dirûşmên "Kujer Erdogan", "Duh Kobanê, îro Efrîn" ber bi avahiya şaredariyê ve meşiyan.
MANTES LA JOLÎE: Meşeke din a bi meşaleyan li bajarê Mantes la Jolîe pêk hat. Nêzî 500 ciwanên Kurd ji ber gara trenê heta navenda bajêr bi meşaleyan meşiyan û dirûşmên "Bijî berxwedana EfrîNê", "YPG", "YPJ" û "Serî hilde" qîriyan.
VILLIERS LE BEL: Kurdistaniyên bi pêşengiya ciwanan li bajarê Vîllers le Belê li hev civiyan, tevî dostên xwe heta ber avahiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd bi meşaleyan meşiyan. Li vir daxuyaniyek hate dayin û hat gotin, "Em ê li Efrînê teqez bi ser bikevin."