ROJEVA 4'Ê SIBATA 2018

Rojeva Navenda Nûçeyan a 4'ê Sibata 2018'an

- Çalakiyên li ser ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê yên li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.

- Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê û şerê ji ber van êrîşan li herêmê diqewimin wê werin şopandin.

- Wekîlê YNK'î û endamê KNK'ê Salar Mahmût û parlamenterê berê yê Iraqê Hasan Cîhad diyar kirin ku biryarên li ser Efrînê daxwaza gelê Başûr e û gotin, "Em ê biryarê parlamentê bişopînin. Wekîlan destnîşan kirin ku Tirkiye wê nikaribe bi ser bikeve.

- Şervanên QSD'ê Qamişlo û Şoreş destnîşan kirin ku ev 15 roj in ew li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê şer dikin û gotin, "Çalakiya hevala Avesta rê li ber me vekir. Bala me wê hê bêhtir li ser armancên me be."

- Dêrik: Li pişt Efrînê 4 parçeyên Kurdistanê û milyona mirovn hene. Em vê berxwedana ku 'Berxwedana Serdemê' jê re tê gotin, ji bo çar parçeyên Kurdistanê didin.