Encamên civîna awarte ya komîteya dîplomasiya hevbeş

Komîteya dîplomasiya hevbeş a partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî ku bi rojeva Efrînê li hev civiya, encamên civîna xwe ya awarte eşkere kir.

Encamên civîna awarte ya komîteya dîplomasiya hevbeş a partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî, ku 2'ê Sibata 2018'an li navenda Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya li paytexta Belçîka Brukselê hate lidarxistin, hatin eşkerekirin.

Hat ragihandin ku di civînê de rewşa Efrînê hatiye nirxandin û li ser rê û rêbazên dîplomatîk ên li dijî êrîşa dewleta Tirk hatiye rawestîn.

Di daxuyaniya nivîskî de ku li ser encamên civînê hate weşandin, ev agahî hatin dayin:

EFRÎN KURDISTAN E, ÊRÎŞA DEWLETA TIRK LI SER TEVAHIYA KURDISTANÊ YE'

"Efrîn Kurdistan e, êrîşa dewleta Tirk ne tenê li ser Efrînê, li ser hemî kurdistanê ye. Dewleta Tirk dijmina sereke ya gelê Kurd e û divê hemî Kurdistanî li hember vê dijminatî û êrîşan rawestin û Efrînê biparêzin.

Civîn, hêzên QSD'ê, çi jin çi mêr hemî berxwedêrên Efrînê ku bi qehermanİyekî bê hempa li ber xwe didin û Efrînê diparêzin, her wiha hemî gelê Efrînê bi dilgermî silav dike, hevaltî û hevkariya xwe ji wan re dubare dike. 

Civîn, di şexsiyeta şehîdên berxwedana Efrînê de hemî şehîdên Kurdistanê, bi rêz û hurmet bîr tîne û ji malbatên wan û ji hemî gelê Kurdistanê re serxweşiyê dixwaze. Her wiha ji hemî birîndaran re jî daxwaza şîfayê dike.

Civîn, dilxweşiya xwe tîne ziman ku derdorê mesela Efrînê de yekîtîya gel û hêzên Kurdistanî pêk hatiye. Gelê me li seranserê Cihanê bi yek dengî li hember Êrîşên dewleta Tirk derdikevin. Em wan pîroz dikin û em hêvî dikin ku ev rewş û ev helwest, bibe bingeha yekîtîya neteweyî ya mezin.

BANGA LI HÊZÊN NAVNETEWEYî

Civîn, helwesta dewleta Rûsya ya li Efrînê şermezar dike û vê helwestê layiqê gelê Rûsyayê nabîne û bang li rêveberiya Rûsya dike ku zûtirîn demê de dev ji vê helwesta xwe ya xirab berde û nebe hevkarê dewleta Tirk. 

Civîn, di mesela Efrînê de helwesta Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY), NATO, Amerîka û welatên Ewropa dûrî pîvanên mirovî û ehlaqî dibîne. Bang li van sazî û welatan dike ku bi eşkereyî dijê êrîşên dewleta Tirk helwest bigirin û van êrîşan bidin rawestandin.

Civîn, helwesta reya giştî ya Cihanî pozîtîf dibîne û ji bo ev helwest bi xurttir bibe û bandor li ser dewletan bike, divê sûcên dewleta Tirk û rastîya gelê Kurd zêdetir bêne bilvkirin û karên bi dostên biyanî re bê navber bêne berdewamkirin.

DEWLETA TIRK SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ DIKE

Êrîşên dewleta Tirk dijê qanûn û peymanên navneteweyî ne. Dewleta Tirk bi êrîş û kiryarên xwe yên hovane, li Efrînê pîvanên hiqûqa şer binpê dike û sucên dijê mirovatiyê pêk tîne. Dewleta Tirk, hevkariya hêzên El Qaîde û bermayên DAIŞê dike û êrîşa li ser Efrînê têkoşîna li hember DAIŞê lewaz dike. Civîn, êrîşa dewleta Tirk û hevkarên wê, bi tundî şermezar û mehkum dike.
 
Piştî agahdarî û nirxandinan, li ser xebatên di asta navneteweyî de heta niha pêkhatî, agahdarî hatin dayîn. Xebatên heta niha hatine kirin başin û di raya giştî ya cîhanê de û ragihandinê de gelek encamên baş pêk hatine. Lê ev mehela yekemîn bû, ev tinê têrê nakin. Di merheleya duyemîn de divê em karekî xurttir bikin da ku bandor li ser dezgehên biryarê zêdetir bê kirin û di asta sazîyên navneteweyî û dewletan de helwestek baş derkeve holê. 

Pey re jî pêşniyar hatin girtin û plansaziyek berfireh ji bo dema pêş hate çêkirin."