ROJEVA 5'Ê SIBATA 2018

Rojeva Navenda Nûçeyan a 5'ê Sibata 2018'an

- Çalakiyên li ser ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê werin şopandin.

- Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê û şerê ji ber van êrîşan li herêmê diqewimin wê werin şopandin.

- Arkeolog Porf. Dr. Mamoûn Fansa diyar kir ku ji ber bomberdûmana balafirên şer ên artêşa Tirk, perestgeha Îştar a 3 hezar salî ya dema Hîtîtan a li Efrînê hilweşiya ye. Prof. Dr. Fansa ji ANF'ê re got, bi zanebûn êrîş li perestgehê hatiye kirin.

- Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik ji rojnameya Pûblîco ya Spanyayê re axivî û got, "AKP bi rengekî taktîkî nêzî pêvajoya ku jê re 'pêvajoya çareseriyê' dihate gotin bû. Ji bo çareseriya meseleya Kurd tevnegeriya. Ne dema rawestandina şer, ne jî hevdîtin ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê nenirxand."

- Gerîlayên Ereb ên tevlî nava refên HPG'ê bûn gotin, aqûbeta artêşa Tirk a dagirker wê mîna ya DAÎŞ'ê be û bang li hemû ciwanên Ereb kirin ku cihê xwe di nava berxwedana Efrînê de bigirin.