Efrîn ket rojeva Meclîsa Eyaleta Hessenê

Sê partiyên mezin ên li Meclîsa Eyaleta Hessenê ya Elmanyayê komên xwe hene, ji artêşa Tirk xwestin ku tavilê êrîşên xwe yên li ser Efrînê bisekinîne.

Partiyên Kesk û CDU ku cihê xwe di nava hikumeta eyaletê de digirin, ji bo rê li ber çareseriyê vebe ji hemû hêzên siyasî piştgirî xwestin.

Partiya Keskan û Partiya Demokrat a Xiristiyanan (CDU) bi sernavê "serlêdana lezgîn" xwestin ku ji bo rawestandin êrîşên giran ên dewleta Tirk ên li ser Efrînê, hewldan bên kirin.

Partiyên navborî ragihandin ku ew li dij êrîşên artêşa Tirk ên li ser Rojava ne û alîgirê çareseriyeke aştiyane ne. Di serlêdanê de ku gihîşte ber destê ANF'ê, tê xwestin ku artêşa Tirk dawî li êrîşên xwe yên li ser Rojava, bi taybetî li ser Efrînê bîne.

Her du partiyên hikumeta eyaletê dan xuyakirin ku ew alîgirê çareseriya siyasî/dîplomatîk a li herêmê ne û banga "Sînorê Sûriyeyê yê ku li qada navneteweyî hatiye qebûlkirin nas bike û hurmetê nîşan bide" li dewleta Tirk kirin.

Di serlêdana partiyan de wiha hat gotin: "Weke Parlamenta Eyaleta Hessenê em vî şerê li Sûriyeyê diqewimin bi xemgînî dişopînin. Êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakurê Sûriyeyê rê li herêmê rê li ber êşeke nû vekir. Ev yek çareseriya aştiyane û têkoşîna dijî DAÎŞ'ê dixe nava rewşeke xetere. Parlamenta Eyaletê piştgiriya wê yekê dike ku şerê li Sûriyeyê di çarçoveya hevdîtinên aştiyê yên Cenevreyê de bi rengekî aştiyane were çareserkirin.

Parlamenta Eyaletê bi her awayî piştgiriyê dide ku şer bi rengekî siyasî û dîplomatîk çareser bibe. Li ser vê bingehê em ji Wezîrê Karên Derve yê Federal Sîgmar Gabrîel dixwazin, heman helwestê li hemberî hikumeta Tirk jî nîşan bide. Her wiha em li bendê ne ku hemû astên dewletê û aktorên civaka sivîl, ji bo qedandina şer û pêkhatina çareseriya aştiyane derfetên xwe bi kar bînin."

PARTIYA ÇEP JÎ SERLÊDAN KIR

Koma Partiya Çep a li Parlamenta Eyaleta Hessenê jî ji bo meclîsa eyaletê pêşnûme biryarek amade kir. Di pêşnûmeyê de Partiya Çep banga "Na ji êrîşa rejîma Erdogan a li dijî herêmên xwerêveberiyê ya Kurd re ku ev êrîş li dijî hiqûqa navneteweyî ye" kir.

Di daxwaznameya Partiya Çep de wiha hat gotin: "Parlamenta Eyaletê divê êrîşa Tirkiyeyê ku endamê NATO ye ya li dijî herêma xwerêveberiyê şermezar bike; hikumetên eyaletê û federal ji bo qedandina şer û vekişîna artêşa Tirk dest li rewşê werdin."

Di daxwaznameyê de her wiha ji hikumetê hat xwestin ku dawî li îxracata çekan bigire.