KCK'ê bang li Elmanyayê kir: Ketina Efrînê bi kêrî we nayê!
"Bi tankên Elmanyayê îro êrîş li gelê Efrînê tê kirin. Dewleta Elman ji bo berjewendiyên xwe gelan, gelên Rojhilata Navîn dike hedefa faşîzmê û qirkeriya nîjadperest."
"Bi tankên Elmanyayê îro êrîş li gelê Efrînê tê kirin. Dewleta Elman ji bo berjewendiyên xwe gelan, gelên Rojhilata Navîn dike hedefa faşîzmê û qirkeriya nîjadperest."
Endama konseya Rêveber a KCK'ê Fatma Adir, êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê ji ANF Elmanî re nirxand. ( https://anfdeutsch.com/hintergrund/eine-niederlage-efrins-liegt-nicht-im-interesse-deutschlands-2123)
Adir di destpêka axaftina xwe de gelê Efrînê, hêzên YPG/YPJ û QSD'ê ku ji 20'ê Çileyê ve bi xurtî li dijî êrîşên dagirkeriyê yên Erdogan û çeteyên wî li ber xwe didin silav kir û şehîdên vê berxwedanê bi bîr anî.
Adir da xuyakirin ku êrîşa li Efrînê ne tenê li dijî Kurdan e, her wiha li dijî hemû nirxên mirovahiyê ye û got, "Zêdeyî sed sivîlan jiyana xwe ji dest dane. Bi hezaran mirov neçar man cih û warê xwe derkevin. Wekî din gelek sivîl birîndar bûn. Li gel van, hêz û gelê ku li dijî DAÎŞ'ê li ber xwe dane hene. Van hêzan Efrîn, gel, abwerî, demokrasî û nirxên mirovahiyê parastine. Nirxên demokratîk ên cîhana rojava parastine."
Fatma Adir da xuyakirin ku Erdogan û çeteyên wî îro bi tankên ku ji aliyê Elmanyayê ve hatine nûkirin êrîşî Efrînê dikin û got, "Dewleta Elman ji bo berjewendiyên xwe gelan, gelên Rojhilata Navîn dike hedefa faşîzmê û qirkeriya nîjadperest. Vê yekê ji nedîtî ve tê, pê re tifaqê dike û bi her awayî alîkariya aborî, leşkerî, dîplomatîk, teknîkî û îstîxbaratê dide. Divê dewleta Elman dest ji vê helwesta xwe berde. Li li Rojava, li Efrînê kuştina mirovan, ketina Efrînê bi kêrî Elmanyayê nayê. Têkçûna Rojava li berjewendiyên Elmanyayê nayê. Serketina Erdogan û Bahçelî wê bike ku hêzên Îslamî yên tundrew li Elmanyayê, li Ewropayê zêde bibe. Ev ê gefê li dewlet û gelên Elmanyayê, Ewropayê bixwe. Erdogan vê yekê bi rengekî vekirî tîne ziman. Erdogan îro êrîşî wê hêzê dike ku pêşî li vê yekê digire. Divê Elmanya destekê nede vê êrîşa Erdogan.. Divê li ber rabe. Girîng e Elmanya polîtîkaya xwe ya di vê der barê de zelal bike."
Di dewama axaftina xwe de Adir işaret bi helwesta gelê Elman jî kir û destnîşan kir ku divê hê bi xurtî, hê bi rêxistinî û bi bandor helwestê nîşan bide.
Adir got, "Eger ev êrîşa dewleta Tirk dewam bike, dibe ku ev şer li Bakurê Kurdistanê, li gelemperiya Rojhialta Navîn belav bibe. Kurd wê li her cihê lê ne nerazîbûna xwe nîşan bide. Eger ev yek veguhere helwesteke reaksiyonê, ev ê her wiha çanda jiyana bi hev re û demokratîk a Ewropayê jî bixe nava rîskê. Lewma em bang li dewleta Elmanya dikin ku bi erk û berpirsyarî rabe. Divê guh bide gelan, saziyê siyasî yên demokratîk û hemû saziyên demokratîk."
Fatma Adir bang li Kurdan, hêzên demokrasiyê yên li Elmanyayê dijîn, raya giştî ya Elmanya, hêzên çep, demokrat, lîberal, sosyalîst, çapemenî û saziyên siyasî yên demokratîk kir ku zextê li dewlea Elman bikin ku di vî warî de helwestê nîşan bide.