22:27
Artêşa Tirk malên sivîlan topbaran dike
Artêşa Tirk a dagirker gundên navçeya Şera ya Efrînê topbaran dike.
22:15
Şervanên YPJ`ê li derdora gundê Şîltehtê yê Şera panzêreke artêşa Tirk a dagirker rûxandin.
20:14
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi hawan û topan êrîşî gundê Xilalka yê Racoyê dikin. Li gund şerekî giran jî heye. Di şer de bi kêmanî 8 leşker û çete hatin kuştin.
20:05
Li gundê Hec Bilel yê navçeya Şiye a Efrînê di navbera şervanên QSD’ê û artêşa Tirk û çeteyên wê de şerekî dijwar diqewime.
19:27
Gelê ku ji Cizre û Şengalê ber bi Efrînê ve ketibûn rê gihiştin Girê Spî. Gelê Girê Spî jî beşdarî karwanê wesayîtan bû û ber bi Kobanê ve ketin rê.
19:21
Partiyên siyasî yên herêma Efrînê bêdengiya civaka navdewletî ya derbarê êrîşên dewleta Tirk û komên girêdayî wê ya li ser Efrînê bi tundî şermezar kirin. Partiyên siyasî derbarê mijarê de daxuyaniyek dan.
17:47
Artêşa Tirk a dagirker gundên Demliya û Korka Jêrîn ên girêdayî navçeya Mabata û gundên Qoda û Memila yên herêma Raco topbaran dikin.
17:34
QSD’ê bîlançoya îro ya Berxwedana Serdemê eşkere kir
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD‘ê bi daxuyaniyekê bîlançoya êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Efrînê û çalakiyên QSD‘ê yên 4‘ê Sibatê eşkere kir.
17:24
Şervanên Suryan li Efrînê ne
Meclîsa Leşkerî ya Suryanan ragihandin ku wan komek şervanên xwe şandine Efrînê.
15:51
Peyama gelê Efrînê zelal e: Heta dawî em ê li ber xwe bidin
Peymana bi sed hezaran Efrîniyên ku li dijî hewldana dagirkeriya Tirk û çeteyên wê derketin qadan zelal e: Heta yek ji me bimîne em ê li ber xwe bidin.
15:34
YPG'ê dîmenekî nû weşand: Wesayiteke dagirkeran hat rûxandin
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li gundê Elî Kera yê navçeya Bilbilê ya Efrînê wesayiteke hêzên dagirker rûxandin.
Dîmenê rûxandina wesayitê ji aliyê Navenda Ragihandinê ya YPG'ê ve hate weşandin.
15:33
Meclîsa Tenduristiyê ya Efrînê: 129 sivîl şehîd bûn
15:09
Şervanên QSD'ê êrîşên li Bilika û Şêxurzê şikandin
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), êrîşên dagirkeran ên li ser gundê Bilika yê Raco û gundê Şêxurzê yê Bilbilê şikandin.
Wekî din, dozereke leşkerî ku li gundê Elî Kera yê navçeya Bilbilê ji bo artêşa dagirker rê çêdikir, ji aliyê hêzên QSD'ê ve hate rûxandin.
14:55
Li gundê Kefer Sefra yê navçeya Cindirêsê ya Efrînê, ji ber bomberdûmana balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker, zarokekî 4 salî bi giranî birîndar bû.

14:49
Rêveberiya Efrînê bang li hêzên demokratîk û cîhanê kir
Rêveberiya Xweser û Meclîsa Rêveber a Efrînê li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyeke nivîskî weşand û destnîşan kir ku Rûsya ya destekê dide Tirkiyeyê ji kuştina sivîlan berpirsyar e.
https://anfkurdi.com/rojava-sUriye/reveberiya-efrine-bang-li-hezen-demokratik-u-cihane-kir-92273
14:41
Berê gelan îro li Efrînê ye; Meşa ber bi Efrînê ve dest pê kir
Bi şiyara "Gelê Efrînê bi tenê nîne" bi sed hezaran kes ji herêmên Cizîr, Firatê, Helebê û Şengalê berê xwe dan Efrînê. Tê payin ku girseyên gel di ser Kobanê û Minbicê re xwe bigihînin Efrînê.
13:29
RONAHÎ TV meşa Efrînê bi rengekî zindî diweşîne.
12:59
Bi sed hezaran kes li Efrînê li dijî dagirkeriyê rabûn ser piyan
Bi dirûşma "Bi vîna gel em ê êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên ji bo dagirkirina Efrînê bişikînin" li Efrînê meşeke dîrokî dest pê kir.
Meşê ji qada Newrozê ya li navenda bajarê Efrînê dest pê kir. Çalakger di meşê de şaxê zeytûnê û sembolên şoreşa Bakurê Sûriyeyê hildidin. Hemû partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl tevlî meşê bûn.
Meş wê heta Nexweşxaneya Dersimê dewam bike û li vê derê mîtîngek bê lidarxistin.
Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) dîmenê meşê weşand.
12:25
Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Îbrahîm Caferî daxuyaniyek weşand û êrîşên li ser Efrînê şermezar kir.
11:42
KCK'ê bang li Elmanyayê kir: Ketina Efrînê bi kêrî we nayê!
11:27
Li gorî nûçeya ANHA'yê, artêşa Tirk a dagirker duh bi şev bi topan êrîş bir ser gundê Zeytunak ê navçeya Şerayê. Ji ber topbaranê Ehmed Mihemed Horo yê 77 salî şehîd bû.
Ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker heta niha li Efrînê zêdeyî sed sivîl şehîd bûne.
10:46
Gelên Rojava û Bakurê Sûriyeyê wê îro berê xwe bidin Efrînê. Bi sed hezaran kes wê bi banga TEV-DEM'ê ber bi Efrînê ve bimeşin. Meş wê danê sibehê ji gelek cihan dest pê bike.
10:44
Balafirên şer ên Tirk bombeyan li gundê Şêx Xurzê dibarînin
Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombeyan li gundê Şêx Xurzê yê Efrînê dibarînin. Bomberdûman di vê kêliyê de jî dewam dike. Heman gund beriya niha gelek caran ji aliyê artêşa Tirk ve hatibû bombekirin.
Şerê ku duh nîvê şevê li derdora vî gundî dest pê kir hê jî didome.
10:44