Pêkhateyên HDP’ê: Em li rex Efrînê ne

Pêkhateyên HDP’ê bi daxuyaniyeke hevpar diyar kirin ku ew li rex gelê Efrînê ne û hewldanda dagirkeriyê ya li ser Efrînê qebûl nakin.

Di dema konferansê de bi tevlêbûna pêkhateyên HDP’ê û Seroka Giştî ya HDP’ê Serpîl Kemalbay, nûnerên HDK û KCD’ê li ser hewldana dagirkirina Efrînê daxuyaniyeke çapemeniyê hate dayin.

Daxuyanî ji hêla HDK, DBP, KCD, HDP, SYKP, ESP, DP, Kesk û Çep, SODAP’ê ve hate amadekirin ‘û ji hêla Hevseroka SYKP’ê Tulay Hatîmogullarî ve hate xwendin.

Danezan wiha ye:

Hewldana dagirkeriyê ya Tirkiyê ya li ser Efrînê ku li Bakurê Sûriyê gel bi hev re dijîn û rê ve dibin, ya li ser azadîxwaziya jinê, bi pergala demokratîk 2 heftî li pey xwe hiştin. Di vê demê de li gorî çavdêrê serbixwe bi sedan sivîl hatine kuştin û bi sedan sivîl hatine birîndarkirin. Ziyan gihaşte sirûşt û qadên dîrokî.

Efrîn a ku Tirkiye îdîa dike ku gefê li Tirkiyê dixwe di nav sînorên Sûriyê de ye, parçeyek ji Rojava ye û ne rast e ku gefeke wê li ser Tirkiyê bûye. Li ser Kurdan, piştî hevdîtinên mutabaqatê polîtîkaya îmha û tinekirinê sazkar bûye. Hewldana dagirkeriyê parçeyek ji vê ye.

Tê xwestin ku Kurdên ku li gel Ereb, Ermen, Êzîdiyan têkoşîneke birûmet û wêrek li dijî DAÎŞ’ê ya komkuj, tecawizkar, paşverû têkoşiyan, li Bakurê Sûriyê nebin xwedî statûyekê.

Armanca ji bo hundir jî ew e ku bi şerê ser Efrînê, bi pêla şowen hemû derdorên demokrasîxwaz, wekhevîxwaz, azadîxwaz û dadmendxwaz werin fetisandin, muxalefet bi temamî were bêdengkirin û rejîma sermiyanê, faşîzmê li ser civakê ferz bikin. Bi keda ‘medyaya hawiz’ê wek ku reklama lîstika şer bikin tê xwestin ku ew jî keda xwe lê zêde bikin.

Berdêla vê hemû Tirkiye dide. Gelê li Reyhanlî, Kilîsê û yên li ser sînor xwe ewle nabînin. Bi rokêtên ku ne diyar e ji kû têne avêtin li Kilîst û Reyhanlî mirovên me hatin kuştin. Hêlên aborî û hêjariya şer jî aliyekî dî yên şer in. Bi kurtasî fatoreya giran a şer em zarokên gelê hejar iddin.

Hevalbendiya şer a ‘xwecih û millî’ li herêmê û Tirkiyê careke dî dişike. Ji ber ku Efrîn weke Kobanê li ber xwe dide. Ên ku bêyî ku cudahiya Tirk, Kurd, Ereb, Êrmen û Acem bikin mafê herî sirûştî yê jiyanê diparêzên, ên ku rejîma yek zilamî qebûl nakin dibêjin, ‘’Bila dawî li dagirkerina Efrînê were, bila aştî û azadî were avakirin’. Li Ewropa û li çar hêlên Rojhilata Navîn girse derdikevin qadan û heman daxwazê dikin.

Em pêkhateyên HDP’ê careke dî bi gelê xwe re dibêjin, ‘Ji şerê Efrînê re na’. Ti heqê we tine ku hûn pariyê di devê gel de bixin şer de. Em mafê jiyanê yê gelê Efrînê û her wiha mafê jiyanê yê gelên Tirkiyê jî diparêzin. Em careke dî dubare dikin ku em li rex gelên Efrînê û Bakurê Sûriyê ne.’’