ROJANE
Hemû Nûçe
-
Rojeva Rojê
1'ê Sibata 2018 Bûyerên ku îro derketine li pêş.... -
Nûçegihanê ETHA’yê Kayar li Stenbolê hate binçavkirin
Nûçegihanê ETHA’yê Alî Sonmez Kayar, li Aksarayê hate binçavkirin -
Wekîlên Elman: NATO divê ji bo Efrînê bikeve nava tevgerê
Li Meclîsa Federal a Elman rûniştineke bi mijara dagirkirina Efrînê pêk hat. Welîlên di rûniştinê de axivîn bal kişandin ku dewleta Tirk bi êrîşkirina ser Efrînê re qanûnên navneteweyî binpê dike û bang li hikûmeta Federal kir ‘NATO’yê bixe nava tevgerê'. -
Fransa: Êrîşên li hemberî sivîlan sûc e
Ji aliyê Wezareta Karê Derve ya Fransayê daxuyaniyek hate dayîn û di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku êrîşên bi zanebûn ên li hember sivîl û saziyên sivîlan li gorî hiqûqa mirovî ya navneteweyî sûc e. -
Li Şemzînan çalakî: 2 leşker hatin kuşin
Gerîlayên HPG’ê, li dijî leşkerên artêşa Tirk ên ku dixwestin li devera Ortaklar a navçeya Şemzînan a Colemêrgê bi cih bibin çalakiyek lidar xistin. Di çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin, 2 leşker jî hatin birîndarkirin. -
Kîppîngê bang li Merkelê kir: Ji bo Efrînê bêdeng nemîne!
Li meclîsa federal a Elmanyayê rûniştina li ser êrîşên dewleta Tirkiyeyê yên li dijî Efrînê dest pê kir, Hevseroka Partiya Çep Katja Kîppîng bang li Merkelê kir û got, “Bêdengiya we ya li hemberî Efrînê nayê qebûlkirin." -
The Gûardîan: Felaketa Sûriyeyê gihişte Efrînê
Nûçegîhanê The Guardîanê yê Rojhilata Navîn Martîn Chûlov destnîşan kir ku êrîşên dagirkeriyê weke ‘felaketekê’ bi ser Efrînê de hatin. -
Prof.Dr Cavallî: Ji bo Efrînê banga piştgiriyê li her kesê kir
Komîteya Piştgiriya Rojava-Tîcîno Kobanê Efrîn,li dijî êrîşên dewleta Tirk a li ser Efrînê derket, bang li hemû welatiyên Swîsreyê kir ku divê li dijî provayên dîktatoriya Erdogan xwedî helwest bin. -
NAV-DEM: Ji bo serfiraziya Efrînê em tevlî meşên 3'ê Sibatê bibin
NAV-DEM’ê bang kir ku her kes tevlî meşên mezin ê 3’yê Sibatê bibe, rabûna gel a mîna Kobanê wê serfiraziyê ji bo Efrînê bîne. NAV-DEM’ê plansaziya meşa mezin par ve kir. -
KCD: Zext wê nikaribin pêşî li dijberiya li dagirkeriyê bigire
KCD'ê li hember girtina Hevseroka KCD'ê Leyla Guven nerazîbûn nîşan da û got "Ev zext wê nikaribin dijberiya dagirkeriyê asteng bikin". KCD'ê her wiha girtina rêveberên TTB'ê jî şermezar kir. -
Li Swêd û Elmanyayê ji bo Efrînê çalakî didomin
Li bajarên Munchen û Bremenê yên Elmanyayê û li paytexta Swêd Stockholmê êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Efrînê hatin şermezarkirin. -
Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê: Efrîn wê dersê bide faşîzmê!
Girtiyan gotin, "Berxwedana Efrînê wê dersê bide faşîzmê" û ji bo piştgiriyê bang kirin. Girtî wê ji bo Efrînê nameyan ji Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewropayê û saziyên navneteweyî re bişînin. -
Yilmaz ê CHP’yî: Konsolosxane teslîmî DAÎŞ’ê hate kirin
Konsolosê Berê yê Mûsilê Ozturk Yilmaz li xwe mikur hat û got di sala 2014’an de konsolosxane teslîmî DAÎŞ’ê hate kirin. -
'Rewşa Tirkiyeyê: Sal bi sal xwezî bi par e'
Projeya Dadmendiyê ya Cîhanê got Tirkiye ne li gorî hiqûqê diçe û got, ‘’di nav 113 welatan de di rêza 101’ê de ye.’’ -
AKP-DAÎŞ li mizgeftan didin
Artêşa Tirk a dagirker îro carek din li mizgefta Selehedîn Eyubî ya li Cindirêsê da. -
Gelo sekna Fransayê ya li hember dagirkeriyê hatiye guhertin?
Di helwesta Fransayê de ya li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên li dijî Efrînê guhertin xuya dike. Lê li şûna ku êrîşa li dijî Kurdan red bike, balkêş e ku der barê 'dagirkirina xaka Sûriyeyê' de hişyariyan dide. -
Artêşa Tirk a dagirker li Çelê derb xwar!
Li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyek hate lidarxistin û leşkerek hate kuştin, 5 leşker jî birîndar bûn. -
Partiya Çep a Swêd: Heta dawiyê em bi Efrînê re ne
Parlamentera Partiya Çep Yasmîne Posîo Nîlsson li dijî êrîşên dewleta Tirk hewlest nîşan da, got ew li rex gelê Efrînê ne. Nîlsson xwest ku li ser Tirkiyê biryara pêkirinê were standin. -
Partiya Berxwedanê ya Efganîstanê: Em li gel Efrînê ne
Partiya Berxwedanê ya Efganîstanê berxwedana bêhempa ya Efrînê silav kir û got "Em bawer dikin wê Efrîn vê ezmûnê jî serketî derbas bike û serketinê bidest bixe." -
Fermandarê DYA'yî Votel: Divê cîhan minetdarê QSD'ê be
Fermandarê DYA'yî Joseph Votel got, divê cîhan minetdarê QSD'ê be û destnîşan kir ku desteka wan a ji bo QSD'ê wê dewam bike. -
BERXWEDANA SERDEMÊ YA LI EFRÎNÊ DI ROJA 13'AN DE YE
Artêşa Tirk a dagiker, tevî komên xwe yên çete ku ji nava çeteyên DAÎŞ-El Nûsrayê daye hev, bi rengekî bê navber êrîşî Efrînê dike. Bi rêya bloga me ya zindî hûn dikarin rewşa dawî ya li Efrînê bişopînin. -
Ji bo azadiya Ocalan ji 3 milan ve wê ber bi Strasboûrgê bimeşin
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalana ji gelek welatan gelek akademîsyen û nûnerên saziyan, bi sedan kes ji 3 milan ve wê ber bi Strasboûrgê ve bimeşin. -
KNK'ê ji bo çalakiyên 3’yê Sibatê banga tevlêbûnê kir
KNK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî bang li Kurdistaniyan kir ku 3’yê Sibatê derkevin meydana û got, "Ji bo doza mezin a Kurdistanê dengekî gur bidin û bi vî dengê bilind erîşkarî û dagirkeriya dewleta Tirk protesto bikin." -
Efrîn dike yek û ronî dike -GOTAR
Faşîzma AKP-MHP´ê hewl dide bi dagirkirina Efrînê temenê xwe dirêj bike, lê berxwedan Efrînê wê bibe destpêka dawiya wê. Nifira mazlûman wê cihê xwe bigire, faşîzma AKP-MHP´ê wê ber bi goristana zaliman ve werin birêkirin. -
'3'ê Sibatê em ji bo Efrînê bibin milyonek kes û dakevin qadan'
Nûnerên saziyên Kurdistanî û Tirkiyeyî bang kirin û gotin, "3'ê Sibatê em ji bo Efrînê bibin milyonek kes û dakevin qad û kolanan."