98 akademîsyenên Îtalî banga Efrînê li Papa kirin
Li Îtalyayê 98 akademîsyênên navdar, derbarê êrîşên li hember Efrînê bang li Papa kirin. Akademîsyenên Îtalî diyar kirin ku êrîşa li hember Efrînê êrîşa li hember jiyana hevpar e.
Li Îtalyayê 98 akademîsyênên navdar, derbarê êrîşên li hember Efrînê bang li Papa kirin. Akademîsyenên Îtalî diyar kirin ku êrîşa li hember Efrînê êrîşa li hember jiyana hevpar e.
Bangawaziya ku 98 akademîsyênên Îtalî îmze kirin û doh di Îl Manîfesto de hate weşandin bi vî rengî ye:
Li gorî nûçeyên di çapemeniyê de derketin, Papa Francis ji bo qeyrana Qudsê Erdogan vexwendiye. Qaşo Erdogan yek ji rexnegerên girîng e ji ber ku biryara barkirina sefareta serokatiya DYE ya ji Qudsê re rexne kiribû.
Serokkomarê Tirkiyê her çiqasî derbarê bajarê Qudsê û Filîstiniyan eleqeder bibe jî, di nava welatê xwe de gelekî otorîter e û ber bi dîktatoriyê ve diçe.
Tirkiye di 19’ê Çileyê de li hember hêzên Kurd ên ku DAÎŞ’ê li İraq û Sûriyê têk birin, şerekî nû da destpêkirin.
Dagirkirina Bakûrê Sûrî ya ji aliyê Tirkiyê ve wê rê li ber şerekî giran veke. Ev ê bibe sedema gelek pirsgirêkên mirovî.
Li Sûriyê li herêmên ku ji DAÎŞ’ê hatine paqijkirin ne tenê Kurd dijîn. Taybet li Efrînê gelek civakên cuda dijîn.
Êrîşên li dijî Efrînê bi awayekî eşkere binpêkirina hiqûqa navnetewî ye. Di heman demê de ev sabotekirina jiyana hevpar a aştiyane ye.
Berî 2 rojan jî ji cihana hunerê ya Elman 91 derhêner, lîstikvan, muzîsyen û akademîsyenan li dijî hewldana dagirkirina Efrînê bi nameyeyke vekirî bang li Serokwezîra Elmanya Angela Merkel kirin. Kesên navdar ji Angela Merkel xwestin ku bi rengekî zelal bibe xwedî helwest.