NÛ BÛ- Li Fransayê peyama ‘Parastina Efrînê parastina şoreşa jinê ye’
Li gelek navendên Fransayê Kurdistanî û dostên wan li ser banga TJK-E daketin kolanan û peyama‚ ‘Em rê nadin faşîzmê‘ dan.
Li gelek navendên Fransayê Kurdistanî û dostên wan li ser banga TJK-E daketin kolanan û peyama‚ ‘Em rê nadin faşîzmê‘ dan.
Li peytexta Fransa Parîsê, li bajarên Nantes û Lyonê bi hezaran kesan êrîşên dagirker ên dewleta Tirk şermezar kirin.
PARIS
Li peytexta Fransa Parîsê Kurdistanî û dostên wan êrîşên dagirker ên dewleta Tirk şermezar kirin. Di çalakiyê de dirûşmeyên “Erdoganê Kujer, Piştevanê wî Ewropa”, “Her cih Efrîn e, her cih berxwedane” û “Bijî berxwedana Efrînê“ hatin qîrîn.
Çalakiyê saet 15:00’an li ber Gar de L’Est destpê kir. Di çalakiyê de jinan pankartên bi nivîsên “Em rê nadin faşîzma Erdogan“ û “Parastina Efrînê, parastina şoreşa jinê ye” hilgirtin. Di meşê de dirûşmeyên weke “Bijî berxwedana Efrînê“ û “Bijî Serok Apo” hatin qîrîn. Girse heta qada Repûbliqe meşiya û li vir mîtîng lidar xist. Di mitîngê de peyama hevpar a tevgerên jinan hate xwendin û hat destnîşankirin ku berxweda Efrînê li hember zêhniyeta faşîzmê berxwedana azadiyê ya jinê ye.
NANTES
Li bajarê Fransayê Nantes Kurd û dostên wan ji bo Efrînê meşiyan. Bi hezaran Kurdistanî û dostên wan ên di saet 14:30’an de li qada Commerce kom bûn 5 kîlometreyan di nava bajêr de meşiyan.
Di meşê de gelek caran dirûşmeyên weke “Erdoganê kujer, dîktator” û “Efrîn wê bibe gora dewleta Tirk“ hatin qîrîn. Li ser navê dostên Kurdan Partiya Komunîstên Fransayê, Liberte Alternatîf û gelek tevger û komelên din bi flamayên xwe piştgirî dane çalakiyê. Di axaftinên hatin kirin de peyamên piştgiriyê didin gelê Kurd, Efrînê hatin dayîn. Herwiha welatên Erwropa yên bêdeng in hatin protestokirin.
LYON
Li bajarê Fransa Lyonê jî Kurdistanî û dostên wan li qada Place de la République li hev civiyan. Girse heta Komeleya Çanda Mezepotamyayê meşiya. Wekî din koma piştgiriya navbera Kurd-Fransa, Komeleya Dostên Kurdan a Lyonê, Partiya Kominîst a Fransayê, Ciwanên Komînnîst ên Rhone, Partiya Çep û hê gelek saziyan û alîgirê Lyon Partîzan piştgirî dane çalakiyê.
MANTPELLÎER
Li ser banga NCKD a Montpellîerê bi sedan Kurdistanî û dostên wan li Parka Peyroû kom bûn û heta QadaComedîe ya navenda bajêr meşiyan. Di meşê de dirûşmên “Bijî Berxwedana Efrînê”, “Em hemû PKK ne” û “Efrîn ne bi tenê ye” qîr kirin. Di çalakiyê de belavoka bi zimanê Fransî hatibû amadekirin hate xwedin û dostên Kurdan ên piştgirî dan çalakiyê diyarkirin ku wê weke gelê Fransa piştgiriya xwe ya bi gelê Rojava re bidomînin.
AVÎGNON
Di meşa Avîgnon a gelek komên Çep ên Fransî destekkir de belavoka bi zimanê Fransî hatibû amadekirin hate belavkirin. Meşa ji pêşiya Stasyona Avîgnonê hate destpêkirin, bê navber dirûşmên “Bijî Berxwedana Efrînê”, “Kurdistan goristan ji bo faşîstan” û “Efrîn ne bi tenê ye” hatin qîrikirin. Piştre jî mîtîngek hate lidarxistin. Di mîtîngê de li ser navê NCKD a Montpellîerê Cevat Guneş axivî û berxwedana Efrînê silav kir. Guneş got çawa ku li Kobanê DAIŞ têk çû wê Erdogan û çeteyên xwe li Efrînê jî têk biçin.”
Her wiha nûnerên Çep ên Fansî ku piştgiriya xwe ji bo Efrînê nîşandan jî banga Ewropa ya rawestandina faşîzma Erdogan kir.
STRASBOÛRG
Li ser banga AABF’ê Kurdistaniyên li Alsaceyê, bi desteka derdorên çep ên Tirkiyeyî, rêxistinên civaka sivîl ên Fransa û partiyên çep bi armaca piştgiriya bi Efrînê re bi hezaran kesên Fransî li bajarê Strasboûrg ê Fransayê kom bûn. Di axaftinên çalakiyê de hatin kirin, hate diyarkirin ku Erdogan çavê xwe daye destkeftiyên Kurdan ên li Efrînê.
LA ROCHELLE
Li bajarê La Rochelle yê Rojavayê Fransayê nêzî 300 Kurdistanî bi armanca piştgiriya bi Efrînê re li Vîeûx Portê kom bûn. Kurdistaniyan nerazîbûn nîşanî qetlîamên dewleta Tirk a li Efrînê dike dan û bi dirûşmên “Her cih Efrîn e, her cih berxwedan e” û “Efrîn ne bi tenê ye” dawî li çalakiya xwe anîn.