Bayik: AKP bi rengekî taktîkî nêzî pêvajoya 'çareseriyê' bû

Bayik: AKP bi rengekî taktîkî nêzî pêvajoya ku jê re 'pêvajoya çareseriyê' dihate gotin bû. Ji bo çareseriya meseleya Kurd tevnegeriya. Ne dema rawestandina şer, ne jî hevdîtin ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê nenirxand.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik ji rojnameya Pûblîco ya Spanyayê re axivî û mijarên; xistina navê PKK'ê li 'lîsteya rêxistinên terorê' ya Yekîtiya Ewropayê, têkçûna pêvajoya 'çareseriyê', 'plana têkbirinê' ya dewleta Tirk û paradîgma û têkoşîna Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê nirxand.

'PKK BI BERNAMEYA XWE, BI RÊ Û RÊBAZÊN XWE YÊN TÊKOŞÎNÊ NÎŞAN DIDE KU TEVGEREKE DEMOKRATÎK E'

Bayik destnîşan kir ku PKK li ser bingeha azadiya gelekî dîlgirtî û welatekî parçebûyî derket holê û got, lewma bikaranîna gotina 'terorîst' li dijî tevgereke xwedî karakterekî bi vî rengî, zimanê wan welatan e ku li ser Kurdan qirkirin û mêtingeriyê ferz dikin.

Bayik işaret bi rêbaz û amûrên ku PKK ji destpêkê ve ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi kar tîne û got, "bi bername, armanc, rêzikname û bi amûrên ku bi kar tîne, nîşan dide ku tevgereke xwedî karakterekî demokratîk e."

Cemîl Bayik anî ziman, zîhniyeta hêza dijber, dewletperestiya netewe, taybetmendiya înkar û zordariyê ya hêza dijber, firsendê nade ku pirsgirêk bi rêbazên demokratîk were çareserkirin û destnîşan kir ku ji ber vê yekê, PKK a ku ji bo azadiyê têdikoşe neçar hate hiştin ku serî li rêbaza têkoşîna çekdarî bide.

'PKK JI DESTPÊKÊ VE LI GORÎ PÎVANÊN ŞER ÊN NAVNETEWEYÎ TÊDIKOŞE'

Bayik da xuyakirin ku tevgera PKK'ê têkoşîna xwe ya çekdarî li dijî înkar û asîmîlasyonê bi rê xistin kiriye û ji destpêkê ve li gorî pîvanên şer ên navneteweyî tevgeriya ye.

Bayik bi bîr xist ku PKK'ê mohra xwe daniye binê Peymana Şer a Cenevreyê û beyan kiriye ku wê li gorî peymanên navneteweyî tevbigere û got, "Hê sala 1994'an bi rengekî nivîskî îmze kir ku wê li gorî peymana Şer a Cenevreyê tevbigere. Dema ku mirov li pratîka wê dinere, baştir dibînin ku li gorî van pîvanan tevdigere. Şerekî 30-40 salan heye. Dibe ku di nava vî şerî de hin bûyerên ku nedihat xwestin rû dabin. Lê belê dema ku ji aliyê xetê ve mirov binirxînin dibînin ku têkoşîna çekdarî ya PKK'ê tenê li dijî hêzên leşkerî yên mêtinger hatiye kirin. li dijî qadên sivîl, şîdet nehatiye bikaranîn... Di têkoşîna 40 salî de PKK'ê bi zanebûn çalakiyeke bi tenê jî li dijî sivîlan nekiriye."

'PKK'Ê LI DIJÎ BERJEWENDIYÊN TI WELATÎ ÇALAKIYEKE ŞÎDETÊ NEKIRIYE'

Bayik bi bîr xist ku PKK li gelemperiya cîhanê xwedî tevneke xurt a rêxistinbûnê ye û got, "Di serî de li Ewropayê li hemû welatên Rojhilata Navîn rêxistiniyeke bêhempa ya PKK'ê heye. Ji aliyê têkiliyên navneteweyî ve dema mirov li rewşê binere, tevî ku ev welatên navborî di pozîsyona destekdana Tirkiyeyê de ne jî, PKK'ê li dijî berjewendiyên van welatan ti carî şîdet bi kar neaniye. Ti carî ev welat nekiriye hedef û li dijî berjewendiyên wan şîdet bi kar neaniye."

Bayik diyar kir ku dema bi vê perspektîfê were nirxandin, ne rast e ku PKK weke rêxistineke 'terorê' bê dîtin.

'DI ÇARÇOVEYA BERJEWENDIYÊN SIYASÎ YÊN DEWLETAN DE XISTIN NAVA LÎSTEYÊ'

Hevserokê Konseya Rêvebre a KCK'ê Cemîl Bayik anî ziman ku xistina navê PKK'ê li 'lîsteya rêxistinên terorê' biryareke siyasî ye ku li gorî têkiliyên bi dewleta Tirk hatiye dayin û ev pirs kir: 'Gelo çima piştî têkoşîna 30-35 salan, yanî sala 2002'an xistin lîsteya 'rêxistinên terorê?'

Bayik ragihand, sala 2002'an tiştekî ku bibe sedem ku PKK li lîsteyê were bicihkirin tine bû û got, "2-3 sal piştî komploya navneteweyî PKK xistin lîsteya 'rêxistinên terorê'. Dema ku rêxistin xistin lîsteya 'rêxistinên terorê' hin encamên girîng derketibûn holê. Yek ji wan; rêxistin bi nûbûna îdeolojîk û teorîk re ketibû nava guhertineke paradîgmayî. Ya duyemîn jî; Tevgera me li gorî banga Rêberê me ya ji bo agirbesta yek alî tevdigeriya û rewşeke ku şer rawestiyayî bû, hebû. Gerîla derketibûn derveyî sînorên Tirkiyeyê. Di demekê de ku PKK ji aliyê paradîgmayî ve hate guhertin, rêbazên çareseriya demokratîk ji bo çareseriyê derdixist pêş û têkoşîna çekdarî sekinandibû, gelo çima PKK xistin nava lîsteya rêxistinên terorê? Bêguman ev rewşeke polîtîk e. Lewma nepêkane ku îdîa bikin ku PKK bi hebûn, bername, rêzikname û rêbazên xwe rêxistineke terorê ye. Yanî li gorî atmosfera siyasî û polîtîkayên berjewendiyên dewletan PKK xistin lîsteya rêxistinên terorê."

'AKP BI RENGEKÎ TAKTÎKÎ NÊZÎ PÊVAJOYÊ BÛ'

Bayik da xuyakirin ku agirbestên hatin ragihandin nîşan dan ku PKK ji destpêkê ve dixwaze meseleya Kurd bi rêya diyalog û danûstandinan bê çareserkirin, di vî warî de samîmî ye û got, "Divê ev pirs were kirin; Tirkiyeyê bi rastî jî meseleya Kurd qebûl kir û bi baweriya çareseriyê polîtîka kir, ya jî ev yek bi rengekî taktîkî nirxand?

Dema ku mirov li pêvajoya rawestandina şer û encama derkete holê dinerin, dibînin ku polîtîkayeke ji bo tasfiyekirina PKK'ê û Tirkkirina Kurdan meşandiye. Li gorî van daneyan ev yek bi hêsanî tê dîtin; AKP bi rengekî taktîkî nêzî pêvajoya ku jê re 'pêvajoya çareseriyê' dihate gotin bû. Ji bo çareseriya meseleya Kurd tevnegeriya. Ne dema rawestandina şer, ne jî hevdîtin ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê nenirxand."

Bayik ragihand, ji ber ku xwedî polîtîkayeke ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd nebûn, rêbaza şer xistin dewrê û got, "Biryara ku 30'ê Cotmeha 2014'an hate girtin, 24'ê Tîrmeha 2015'an bi bomberdûmaneke mezin a bi balafirên şer, bi rengekî topyekûn xistin meriyetê. Salên 2015 û 2016'an şewitandina bajaran û kuştina bi sedan sivîlan jî encama vê polîtîkayê ye."

DEWLETA TIRK SERKÊŞÊ DIJMINATIYA LI KURDAN E

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik diyar kir ku bidawîbûna rewşa rawestandina şer, bi encamnebûna hevdîtinên li Îmraliyê encama polîtîkaya qirkirinê ya dewleta Tirk e û got," Eger zîhniyetkee çareseriyê ya ku hebûna pirsgirêka Kurd qebûl dike hebûya, li pêşberî nêzîkatiyên gelekî maqûl ên Rêber Apo û tevgera me wê pirsgirêka Kurd bi hêsanî bihata çareserkirin."

Bayik destnîşan kir ku ew bi berpirsyariya xwe rabûn, lewma pirsgirêk ji ber zîhniyeta dewleta Tirk e û wiha dewam kir: "Ne tenê li nava sînorên Tirkiyeyê, li Sûriye, Iraq û Îranê jî dewleta Tirk naxwaze pirsgirêka Kurd çareser bibe. Dewleta Tirk li Rojhilata Navîn serkêşiya dijminatiya li Kurdan dike. Polîtîkayên xwe yên li ser Rojava li holê ne. Heta demek nêz a beriya niha bi PDK'ê re li dijî PKK'ê şer dikirin, lê gotinên xwe yên di dema referandûmê de li PDK'ê kir tê zanîn. Tenê polîtîkayeke dewleta Tirk heye; ew jî tasfiyekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd û qirkirina Kurdan e."

LI DIJÎ RÊBER APO ŞEREKÎ PIR ALÎ TÊ KIRIN

Di dewama hevpeyvînê de Bayik bi bîr xist ku ew ti agahiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nagirin û işaret bi berpirsyariya DYA, Ewropa û hin saziyên navneteweyî ya di sîstema îzolasyonê ya Îmraliyê de kir.

Bayik da zanîn ku eger dewleta Tirk polîtîkayeke ewçend giran a tecrîdê dimeşîne, sedema vê erêkirin û bêdengiya Ewropa, DYA û hin saziyên navneteweyî yıe.

Bayik got, "Ji bo ji Rêber Apo û PKK'ê tolê hilînin, li giravekê di girtîgeheke yek kesî de li dijî Rêber Apo şerekî pir alî tê meşandin. Ji ber ku Rêber Apo PKK afirand, têkoşîna azadiyê derxist holê û ji bo gelên Rojhilata Navîn zîhniyeteke demokratîk û azadîparêz a xwe dispêre biratiya gelan afirand, tolê jê hiltînin."

Bayik destnîşan kir ku polîtîkaya zilm, zext û îzolasyonê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Ocalan tê meşandin û ya li dijî gelê Kurd tê birêvebirin, yek e.

'DU ARMANCÊN STRATEJÎK ÊN ÎZOLEKIRINA RÊBERÊ ME HENE'

Cemîl Bayik diyar kir ku du armancên stratejîk ên îzolekirina Rêberê Gelê Kurd hene û got, "Ya yekemîn; dixwazin têkiliya navbera Rêbertî, gel û rêxistinê bibirin. Ya duyemîn jî; dixwazin pêşî li Rêbertî bigirin ku di Şerê Sêyemîn ê Cîhanê de li Rojhilata Navîn nikaribe rola xwe ya ji bo gelan û mirovahiyê bilîze. AKP di nava vê pêvajoya şer de ku li dijî Kurdan û hêzên demokrasiyê dimeşîne, tecrîdê, zext û zordairyê weke parçeyek jî vî şerî bi dijwarî dimeşîne."

Bayik destnîşan kir ku Tirkiye bi awayekî vekirî sûc dike û got, "Ev 6,5 sal in hevdîtina bi malbat û parêzeran re tê astengkirin. Destûr nayê dayin ku derfetên xwe yên bi girtî û hikumxwarên din re bi kar bîne. Ev sûc e. Saziyên navneteweyî jî bi bêdengiya xwe dibin hevparê vî sûcî."

'SEKNA RÊBER APO BERXWEDAN E'

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik anî ziman ku li ser tenduristî û ewlekariya Ocalan ti agahiya wan nîne û bi bîr xist ku hevalbendên desthilatdariya AKP'ê DAÎŞ, El Nûsra û MHP ye, lewma ev yek eşkere dike bê nêzîkatiya vê desthilatdariyê li Rêberê Gelê Kurd çawa be.

Bayik da xuyakirin ku gelê Kurd di vî warî de her tim baldar e û têdikoşe û got, "Tê zanîn ku ewlekarî û tenduristiya Rêber Apo ji bo me mijareke çiqasî hesas e. Lê belê rewşa niha ya li Îmraliyê nîşan dide bê têkoşîna navbera tifaqa AKP-MHP a faşîst û têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de wê çawa be. Sekna Rêber Apo berxwedan e. Faşîzma AKP-MHP ji gelek aliyan ve zextê dike."

'PYD'Ê BI BANDORA RÊBER APO XWE BI RÊXISTIN KIR, LÊ YEKSER BI PKK'Ê VE GIRÊDAYÎ NÎNE'

Der barê pirseke li ser îdîayên dewleta Tirk ku dibêje PKK û PYD yek e, Bayik e got, "Rojavayê Kurdistanê parçeyê herî biçûk ê Kurdistanê ye. Xweseriyeke xwe heye. Ji ber ku parçeyê herî biçûk e, gelê li vir her tim bi baldarî nêzî têkoşînên li parçeyên din bûye."

Bayik işaret bi bandora tevgera PKK'ê û keda Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Rojavayê Kurdistanê kir û got, "Ev yek eşkere ye, PYD partiyeke ku hem bandora Rêber Apo ya li Sûriyeyê hem jî bandora xurt a xeta îdeolojîk a Rêber Apo bi kar aniye û xwe bi rêxistin kiriye. Lê belê ne partiyeke ku yekser bi PKK'ê ve girêdayî be. Cihê ku PKK giraniyê dide ser Bakurê Kurdistanê. Lewma rêxistin, bername û xeta xwe ya têkoşînê, cuda ye."

Bayik da xuyakirin ku paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd tenê xîtabî bernameya siyasî ya PKK'ê nake û destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd ji bo gelên Rojhilata Navîn û tevahiya mirovahiyê paradîgmayek destnîşan kiriye.

Bayik got, "Tiştekî xwezayî ye ku her kes xwedî li vê paradîgmayê derkeve û di çarçoveya vê paradîgmayê de têbikoşe. Şoreşgerên li Tirkiyeyê jî, welatiyên Spanyayê jî dikarin vê paradîgmayê bigirin û ji bo bidestxistina sîstemeke civakparêz demokratîk a Spanyayê têbikoşe. Em pêşniyar dikin ku ne tenê em û gelên Rojhilata Navîn, gelên Spanya, Ewropa û hemû gelên cîhanê dikarin li ser bingeha vê paradîgmayê ji bo avkairina sîstemeke nû ya azadîparêz û demokratîk têbikoşin. Ev jî mafê me ye.

Eger li Spanyayê li ser xeta Rêber Apo rêxistinek derkeve holê, gelo dikare bê gotin ku ev rêxistin ji aliyê PKK'ê ve tê birêvebirin? Rêxistineke bi vî rengî ancax ji ber nêzîkatiyên îdeolojîk-polîtîk dikare bixwaze bi PKK'ê re têkiliyê deyne. Têkiliya navbera PKK û PYD jî divê bi vî rengî were nirxandin." Bayik anî ziman ku Tirkiye bi vê îdîayê dixwaze Şoreşa Rojava bifetisîne û ser dijminatiya xwe ya li Kurdan binixumîne.

'TI ŞERVANÊN PKK'Ê LI FEDERASYONA BAKURÊ SÛRIYEYÊ NÎNE'

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik diyar kir ku ti şervaneke/î PKK'ê li Sûriyeyê nîne û got, "Bêguman hin şervan hebûn ku berê di nava PKK'ê de bûn û dema li Sûriyeyê krîzê rû da çûn Rojava. Ev şervanên navborî ciwanên ji gelê Rojava ne. Dema ku krîza siyasî derket, bi rengekî mafdar xwestin biçin wê derê. Em nikare kesî bi zorê li nava refên xwe bigirin, lewma hin kadro û şervanên berê di nava PKK'ê de bûn çûn. Tenê dema ku krîz derket, çûn. Ji bilî vê yekê, tevgera me şervan neşandiye. Lê belê dema ku dor li Kobanê hate girtin, çawa ku tevahiya cîhan xwedî li gelê Kobanê derket, PKK û gelê Bakurê Kurdistanê jî xwedî lê derket. Li sînorê Kobanê gel timî destek da. Di dema vê destekê de bi sedan sempatîzanên PKK'ê çûn Kobanê, şer kirin û şehîd bûn. Wekî din hejmareke kêm a gerîla yên li nava sînorên Tirkiyeyê şer dikirin, çûn tevlî berxwedana Kobanê bûn û li gel berxwedêrên Kobanê şer kirin. Ji bilî van, ti şervanên PKK'ê li Rojava û li Federasyona Bakurê Sûriyeyê nîne."

'HETA KU CIVAKA ÊZIDÎ BIBE XWEDÎ HÊZ Û RÊVEBERÎ, BERPIRSYARIYA ME YE KU EM LI ŞENGALÊ BIMÎNIN'

Li ser hebûna gerîlayên HPG'ê ya li Şengalê jî Bayik got, "Eşkere ye ku gerîlayên HPG'ê li Şengalê pêşî li qirkirinê girtin. Gerîlayên HPG'ê bi vê fedayîtiya xwe ne tenê rêveberiyên Iraqê û Başûrê Kurdistanê, tevahiya cîhanê ji şermê rizgar kirin. Lewma divê Iraq, rêveberiya Başûrê Kurdistanê, hemû cîhan minetdarê gerîla bin ku Êzidî ji qirkirinê rizgar kirin û spasiya wan bikin. Weke PKK û Tevgera Azadiyê ya Kurd, em xwe li pêşberî civaka Êzidî berpirsyar dibînin. Ev yek berpirsyariya me ya siyasî û exlaqî ye. Divê êdî Êzidî bigihêjin asteke xwerêvebirinê ku nema bên qirkirin. Pêwîstî pê heye ku xwedî hêzeke xwe ya parastinê be."

Bayik destnîşan kir ku di vê çarçoveyê de ew xwe berpirsyar dibînin ku heta Êzidî bibin xwedî xwerêveberî û asta xweparastinê, li Şengalê û derdora wê bimînin. Bayik got, "Bi navê hemû mirovahiyê em bi vê berpirsyariyê radibin. Piştî ku gerîla dest li wê derê werdan, ji bo civaka Êzidî bibe xwedî rêveberî û xweparastinê, desteka pêwîst da. Niha Êzidiyan hêza xweparastinê YBŞ ava kirine. Xwedî hêzeke parastinê ye ku tê gotin hejmara wan bi hezaran e. Hêza leşkerî ya esasî ya li Şengalê ev in. Çend sed gerîla perwerdeyê didin van û li hin deverên stratejîk bi cih bûne."