BI DÎMEN

Şeker: Gel hem bi hêvî ye hem jî baldar e!

Endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Bunyamîn Şeker destnîşanş kir ku gel ji bo pêvajoyê bi hêvî ye, lê di heman demê de baldar û hişyar e.

BUNYAMÎN ŞEKER

Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) û Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêber Apo bigihîne tevahiya civakê li gelek bajaran kar dikin.

Endamê Meclîsa Partiyê ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) parêzer Bunyamîn Şeker kampanya 'Em ji kolanan heta taxan, ji taxan heta bajaran azadiyê bi rêxistin dikin' û pêvajoya 'Aştî û Civaka Demokratîk' nirxand.

'DIVÊ HER KES TEVLÎ PÊVAJOYÊ BIBE'

Bunyamîn Şeker anî ziman ku kampanya bi rengekî bêdem li gelek navendên Kurdistanê dewam dike û diyar kir ku di çarçoveya feraseta siyaseta demokratîk a DBP'ê de divê bi gel re timî di nava hev de be.

Şeker dema nû weke 'Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk' pênase kir û ragihand ku divê her kes beşdarî vê pêvajoyê bibe.

Bunyamîn Şeker got, "Dawiya dawî em qala pêvajoeyke welê dikin ku ji aliyê civakî ve divê her kes bi rol û mîsyonekê rabin û xwe di nav de bibînin.

Ya rast, hîn jî hin pirsên di serê civakê de nehatine bersivandin. Me hîn ev yek temam nekirine."

'GAVÊN KU NAYÊN AVÊTIN DIBIN SEDEMA FIKARAN'

Şeker gotin "Em vê zanin: Civak heta ku gaveke şênber neavêje wê qîma xwe tenê bi hin gotinan û baweriya bi wan gotinan nîne" û anî ziman ku di vê mijarê de tecrûbeyên dîrokî yên gel bi bandor e.

Şeker got, "Her kes pêvajoyê dişopîne. Lê belê ji aliyê hikumet û dewletê ve di mijara avêtina gavên pratîkî de kêmasiyeke cidî heye. Ev yek jî fikaran û bêbaweriyê zêde dike. Em qala civaka Kurdistanê, qala gelê Kurd dikin.

Yanî qala civakeke welê dikin ku sed sal in di nava vê pêvajoyê de ye; înkar, asîmîlasyon lê hatiye ferzkirin û hatiye redkirin. Dİ nava pêncîs alên dawî de di çarçoveya tevgera siyasî ya Kurd an jî Tevgera Azadiyê ya Kurd de azad bûye, polîtîze bûye."

'ROL Û MÎSYONAN BIRÊZ OCALAN BAWERIYÊ DIDE VÊ PÊVAJOYÊ'

Şeker diyar kir ku ji ber kêmasiya gavên şênber hin pirs dewam dikin û destnîşan kir ku gel li vê yekê jî baweriya gel a bi siyaseta Kurd dewam dike. Şeker got, "Bêbaweriyeke cidî ya li hemberî siyaseta Kurd nîne. Em dibînin ku hin şaşitiyên sala 2013'an dubare nebûne û ji sala 2013'an bêhtir hêvî heye. Ev pêvajoya ku Birêz Ocalan dimeşîne cihê baweriyê ye. Yanî rol û mîsyona Birêz Ocalan baweriyê dide gelê Kurd."

'AKTORÊ BINGEHÎN Ê PÊVAJOYÊ GEL E'

Şeker diyar kir ku gaveke şênber a ji aliyê dewletê ve bê avêtin wê bandoreke cidî li civakê bike û got, "Ya rast bawerî bi tevgear siyasî ya Kurd heye. Em ne bawer in ku wê şaşitiyê bike" û bi vî rengî dewam kir, "Eger îro ev gav têne avêtin û bêyî bendemayinê rewşek hebe, hingî tiştek heye ku tê zanîn. Yanî rewşeke ku pêşdîtina wê dikin, baweriya ji xwe heye. Hem di daxuyaniya PKK'ê ya piştî kongreya fesixkirinê de, hem jî di bûyerên piştî hevdîtinên bi Birêz Ocalan re li nava raya giştî belav bûn, tê fêhmkirin ku aktorê bingehîn ê pêvajoyê gel e.

Em jî hewl didin vê yekê ji gel re vebêjin. Haya gel jî ji vê heye. Li aliyekî xweşbîn e, li aliyê din jî ji ber travmaya bi salan bêbawerî heye. Ev bêbawerî jî gelek pirsan bi xwe re tîne."