Di bin pêşengtiya Yekîtiya Saziyên Sosyal a Kurd ya Rûsya û Organîzasyona Jinên Kurd a Moskowayê ku li paytexta Federasyona Rûsya Moskowayê xebatan dide meşandin, bi çalakiyekê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Efrînê şermezar kir.
Kurdistanî tevî hewaya sar li hev civiyan û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YPG û YPJ’ê, wêneyên sivîlên ku di êrîşên dagirkeriyê de hatine qetilkirin, berz kirin.
Di çalakiyê de Hevseroka Saziyên Sosyal a Kurd ya Rûsyayê Araz Azmanî axivî û wiha got; “Tirkiye li Efrînê sûcê dijmirovahiyê dike. Hêzên navnetewî yên ku li dijî vê komkujiyê bêdeng dimînin hevkarê Tirkiyeyê ne.”
Piştre Seroka Organîzasyona Viyan a Jinên Kurd a Moskowayê Tara Kadir jî axivî û wiha got; “Tirkiye bêyî ku bibêje ev jin an zarok e sivîlan qetil dike. Divê li dijî van komkujiyên sivîlan hemû Kurdistanî dakevin qadan û çalakiyan li dar bixin. Gelê Kurd çi dibe bila bibe, wê parastina xaka xwe bike û destûrê nade dagirkeran.”
Çalakî bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Terorîst Erdogan’ bi dawî bû.
KOPENHAG
Li paytexta Danîmarka Kopenhagê jî ciwanên PYD’ê çalakiya bêîtaetiya sivîl li dar xistin. Di çalakiyê de raya giştî derbarê êrîşên dewleta Tirk hate ragihandin û bêdengiya li hember êrîşan hate şermezarkirin.
Di çalakiya li gara navendî ya trênan a Kopenghagenê belavok hatin belavkirin, dirûşmeya “Her der Efrîn, her der berxwedan“ hatin berzkirin.
MANNHEİM
Li bajarên Elmanya Manheîm, Darmstadt û Frankfûrtê jî meşa du rojan dest pê kir. Meşê danê sibê li pêşiya gara trênê ya Russelheida dest pê kir û ber danê êvarî wê meşvan bighêjin bajarê Mainzê. Çalakvanan êrîşên dewleta Tirk ên li hember Efrînê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto dikin. Sibe jî wê ji Mainzê meşa xwe bidomînin. Sibe saet 16’an jî wê li Wiesbadenê mîtîng bê lidarxistin.