'Têkoşerên berxwedana serdemê wê bi ser bikevin'
Kurdistaniyên ku bi rojan e li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê mîtîngan li dar dixin, duh jî li Elmanya, Îtalya û Fransayê daketin qadan.
Kurdistaniyên ku bi rojan e li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê mîtîngan li dar dixin, duh jî li Elmanya, Îtalya û Fransayê daketin qadan.
Kurdistaniyên ku bi rojan e li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê mîtîngan li dar dixin, duh jî li Elmanya, Îtalya û Fransayê daketin qadan.
MONTPELLÎER: Komkujiyên ku dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê dike, li bajarê Montpellîer ê Fransayê hatin şermezarkirin. Kurdistaniyên li meydana Comedîeyê li hev civiyan, çalakiya 'mirovên rawestiyayî' li dar xistin û berxwedana Efrînê silav kirin.
BOLZANO: Li bajarê Bolzano yê Îtalyayê, Kurdistanî li Pîazza Waltherê li hev civiyan û êrîşên li ser Efrînê şermezar kirin. Di çalakiyê de hat gotin, Erdogan û çeteyên wî li Efrînê sivîlan dikujin û cîhan jî lê temaşe dike. Çalakgeran bang li raya giştî ya navneteweyî kirin ku ji bo rawestandina komkujiyan bikeve nava liv û tevgerê.
BRENGEZ: Li bajarê Brengez ê eyaleta Voralbeg a Awûstûryayê Kurd tevî dostên xwe ji bo Efrînê meşiyan. Meşvanan li ser berxwedana serdemê belavok belav kirin û dirûşmên "Bijî berxwedana Efrînê", "Terorîst Erdogan" û "Her der Efrîn e, her der berxwedan e" qîriyan.
Li gelek bajarên Elmanyayê duh jî çalakî hatin lidarxistin û êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê hatin şermezarkirin.
HANNOVER: Li bajarê Hannoverê, Kurdistanî û dostên wan bi pêşengiya jinên ji Salzgîtterê li ehv civiyan û tevî êrîşên li ser Efrînê, her wiha dijminatiya Erdogan a li jinan jî şermezar kirin. Berdevka Meclîsa Jinê ya Berçem Cîlo Hekîma Yoûsef li vir axivî û got, "Ev êrîş ne tenê li dijî Efrînê ye, her wiha li dijî malên me yên li Hannoverê ye... Ê me jî Serok Apoyê me heye. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Çawa ku Koabnê têk neçû, Efrîn jî wê têk neçe."
BERLÎN: Li paytexta Elmanya Berlînê meşeke enternasyonalîst hate lidarxistin, komkujiyên dewleta Tirk hatin şermezarkirin û piştgirî ji berxwedana Efrînê re hate dayin. Zêdeyî 10 hezar kes tevlî meşê bûn ku ji aliyê NAV-DEM û Meclîsa Jinê ya DESTDAN ve hate organîzkirin û nûnerên rêxistinên çep, sosyalîst demokratîk ên Elman û Tirkiyeyî tevlî bûn. Wekîlên Partiya Çep a Elman Pascal Meîser û Hakan Taş li vir axivîn û gotin, ew bi berxwedana Efrînê re ne.
KASSEL: Kurdistaniyên li bajarê Kassel û derdora wê dijîn, li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezi li hev civiyan. Bi sedan kesên tevlî çalakiyê bûn, li dijî hewldana dagirkeriyê pankart vekirin û berêvarê bi meşaleyan heta meydana Sternê meşiyan.
KOLN: Li Kolnê jî Kurdistanî danê êvarê ji bo Efrînê meşiyan. Di meşê de ku bi pêşengiya ciwanan hate kirin, dirûşmên "Bijî berxwedana Efrînê", "Panzerên Elman ji Kurdistanê derkevin" û "Terorîst Erdogan" hatin qîrîn.
SÎEGBÛRG: Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê li bajarê Sîegbûrgê ji aliyê Kurdistanî û dostên wan ve hate şermezarkirin. Meşa bi vê armancê ji ber HBF a Sîegbûrgê dest pê kir heta Marktplatzê dewam kir. Di çalakiyê de bang li hikumeta Elman hate kirin ku tavilê desteka xwe ya ji bo dewleta Tirk biqedîne.