Li Elmanyayê gelo leşkerî careke din dibe neçarî?
Wezîrê Parastinê yê Elmanyayê Boris Pistorius diyar kir ku eger di asteke têker de dilxwaz neyên peydakirin, dibe ku leşkeriya ji neçarî careke din pêk bînin.
Wezîrê Parastinê yê Elmanyayê Boris Pistorius diyar kir ku eger di asteke têker de dilxwaz neyên peydakirin, dibe ku leşkeriya ji neçarî careke din pêk bînin.
Wezîrê Parastinê Boris Pistorius ji rojnameya Frankfurter Allgemeinen Sonntagszeitungê re axivî û anî ziman ku armanca wan a bingehîn leşkeriya bi dilxwazî ye û got, "Lê belê eger ji dilxwaza bêhtir pêwîstiya me bi kapasîteyeke zêdetir hebe, hingî dibe ku biryar bê dayin ku xizmeta leşkeriya ji neçarî ji nû ve bê destpêkirin."
Li Elmanyayê xizmeta leşkeriya ji neçarî sala 2011'an hatibû rakirin. Li gorî Pistorius hikumeta Elman plan dike ku qanûna bi versiyona nû di 1'ê Çileya 2026'an de bixe meriyetê.
Ji dema diyarkirî û pê ve mêr ên Elman dema ku bûn 18 salî wê neçar bimînin ku anketekê dagirin ku dixwazin xizmeta leşkerî bi dilxwazî be yan jî neçarî be.
Ji bo jinan jî ev anket wê li gorî daxwazê be. Wê têkilî bi namzetên guncaw re bê danîn.
Tê gotin, armanc ew e ku bala hîn bêhtir leşkeran bikişîne.
Li nava artêşa Elman niha 180.000 endamên çalak hene. Tê xwestin, heta sala 2031'ê ev hejmar bibe 203 hezar endam.