Prof. Fansa: Perestgeha Îştarê ya 3 hezar salî hate hilweşandin

Arkeolog Prof. Dr. Mamoûn Fansa diyar kir ku ji ber bomberdûmana balafirên şer ên artêşa Tirk, perestgeha Îştar a 3 hezar salî ya dema Hîtîtan a li Efrînê hilweşiya ye.

Prof. Dr. Fansa ku herêmê baş nas dike ji ANF'ê re got, bi zanebûn êrîş li perestgehê hatiye kirin.

Ayn Dara gundekî dîrokî ye ku bi 14 kîlometreyan dûrî navenda bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ye. Ev herêm bi 65 kîlometreyan li bakurê rojava yê Helebê ye. Çarenûsa vê herêmê sala 1955'an bi kolandina arkeolojîk guherî. Ewilî peykerê şêr ê ji kevirê bazaltê hatiye çêkirin hate dîtin. Piştre perestgehek hate dîtin.

Perestgeha ku ji sê beşan pêk tê, ji sala 1300'î heta 1200'î Beriya Zayinê hatiye çêkirin. Perestgeh di dema serweriya Hîtîtan de li herêmê ji bo Xwedawend Îştarê hatiye çêkirin. Mîna Asûr û Babîlê, Îştar ji bo Hîtîtan jî Xwedawenda sereke bû.

Lê belê ev cihê dîrokî ku yek ji bîr û hişê Mezopotamyayê ye hatiye hilweşandin. Dewleta Tirk a dagirker, ne kêmî DAÎŞ'ê hefteya bihurî bi balafirên xwe yên şer bombe li perestgehê barand û perestgeh hilweşand.

ÛNESCO TENÊ ŞERMEZAR KIR

Li ser hilweşandina vê berhema dîrokî ya li nêzî gundê Eyn Darayê, Rêxistina Çand, Zanistî û Perwerdeyê ya Neteweyên Yekbûyî (ÛNESCO) tenê peyameke şermezarkirinê weşand. Dewleta Tirk jî hê berprsyariya êrîşê li xwe negirtiye. Lê belê li gorî arkeologên Elman ên li herêmê lêkolîn kirine, bi zanebûn êrîş li perestgeha Eyn Darayê hatiye kirin û hatiye hilweşandin.

Ji arkeologên Elman ên herêmê baş nas dikin Prof. Dr. Mamoûn Fansa ji ANF'ê re qala girîngiya perestgeha li Eyn Dara û berhemên hatine hilweşandin kir. Ji dîrektorên berê yê muzeya Oldenbûrgê Prof. Dr. Fansa got, "Wer xuya ye, piştî DAÎŞ'ê û rejîma Esad, li Sûriyeyê dewleta Tirk jî berhemên dîrokî kiriye hedefa xwe."

Zanyar Prof. Dr. Fansa anî ziman ku ew gelek caran li herêmê geriya û cihê xwe di nava tîma ku li herêmê lêkolîn dikir girt û got, "Eyn Dara di xeta ku Helebê dest pê dike û digihêje nava Anatoliyê de, yek ji qadên kêm tê dîtin ê çanda Hîtîtan bû. Lê niha ji wêneyan tê dîtin ku 70 ji sedî yê perestgehê hilweşiya ye."

'LI DIJÎ DÎROK Û MIROVAHIYÊ SÛC HATE KIRIN'

Prof. Dr. Mamoûn Fansa bi bîr xist ku perestgeh di dema Hîtîtan ava bû û di serî de Bîzansan ji gelek çandên li herêmê re malovanî kir. Prof. Dr. Fansa destnîşan kir ku tiştekî tesadûfî nîne ku yek ji cihên ji ber êrîşên li ser Efrînê hatine hilweşandin, ev perestgeh e.

Arkeolog Prof. Dr. Fansa ku li Helebê ji dayik bû û piştî ku perwerdeya xwe salên 1970'î li Elmanyayê qedand dest bi lêkolînkirina dîroka vê herêmê kir, anî ziman ku êrîşa dewleta Tirk a li ser perestgeha Eyn Darayê, sûcê li dijî dîrok û mirovahiyê ye.

Prof. Dr. Fansa got, "Li herêmê şervanên Kurd û artêşa Tirk hene. Eger di destê şervanên Kurd de balafir nîne û nabe ku êrîşî xwe bike, wê demê tenê mûxatabekî vê qirkirina çandî dimîne. Ew jî dewleta Tirk e. Ji wêneyên gihîştine ber destê min tê dîtin ku êrîş ji hewayê hatiye kirin.

Bi dîtina min, artêşa Tirk beriya êrîşê zanîbû ku li herêmê cihekî dîrokî heye. Ji ber ku bermayî û fîgurên li perestgehê gelekî mezin in û bi teknolojiya îro bi hêsanî ji hewayê dikarin bên dîtin. Ji ber vê yekê, bi dîtina min êrîş bi zanebûn hatiye kirin. Balafirên rejîma Esad beriya niha bi hinceta ku raperîner di nav de xwe veşartine, bombe li cihên dîrokî dibarandin.

Ez matmayî mam ku hevalbendekî cîhana rojava ku xwe amade dike ji bo bikeve nava Yekîtiya Ewropayê, çawa dikare êrîşeke wiha bike. Eyn Dara ne tenê ji bo gelên li Sûriyeyê her wiha mîrateya hemû cîhanê bû. Mîrateyeke ku 3 hezar salan xwe parast, bû qurbanê hewldana dagirkeriyê ya dewletekê. Ji ber vê yekê jî divê cîhan li pêşberî hilweşandina vê çandê bêdeng nemîne."