Li Aalst û Saarbruckenê merasîmên ji bo bîranîna şehîdan

Ahmet Kiliç (Mûrat) ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû li bajarê Aalst ê Belçîkayê û şehîdên Efrînê jî li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê hatin bîranîn.

Ahmet Kiliç (Mûrat) ku 7'ê Çileya 2017'an li çiyayên Kurdistanê şehîd bû, di salvegera yekemîn a şehadeta xwed e li bajarê Aalst ê Belçîkayê ji aliyê malbata xwe û hevrêyên xwe ve hate bîranîn.

Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal, siyasetmedar-nivîskar Fûat Kav, rêveberên PYD, NAV-BEL'ê, malbat û hevalên Kiliç tevlî merasîmê bûn. Beşdar li ser jiyan, têkoşîn û kesayeta Kiliç axivîn.

'MIRINA AHMET KILIÇ BI QASÎ ÇIYAYEKÎ LI ME GIRAN E'

Kekê Ahmet Kiliç Hîkmet Kiliç bi navê malbatê axivî û got, "Şehîd şehîdê me hemûyan e. Serê me bi birayê min bilind e."

Siyasetmedar-nivîskarê Kurd Fûat Kav ku 52 rojan li Strasboûrgê bi Ahmet Kiliç re di greva birçîbûnê de ma, qala wî kir: "Hin mirin hene mîna pelekî sivik e. Hin min hene mîna çiyayekî mezin û giran e. Mirov nikare rake, mîna barekî giran e. Şehadeta hevalê Mûrat jî tiştekî welê ye ji bo me û tevgerê. Hevalê mûrat xwedî ezmûn û tecrûbeyeke ji 20 salan bû. Helwest û sekna wî zelal bû. Gel jê hez dikir."

'EGER EM DIXWAZIN LAYIQÎ WAN BIN, DIVÊ EM XWEDÎ LI TÊKOŞÎNÊ DERKEVIN'

Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal jî go, "Me bi hezaran şehîd dan û em hê jî didin. Em îro li Efrînê şehîdan didin. Êrîşên dewleta Tirk ji bo tinekirina destketiyên gelê me ye. Bi hezaran ciwanên me li wir li ber xwe didin. Gelê me li ber xwe dide. Eger em dixwazin layiqî şehîdan bibin divê em xwedî li wê berxwedanê derkevin û bibin parçeyek ji wê."

Di dawiya bîranînê de sînevîzyonek li ser jiyana Ahmet Kiliç hate nîşandan û li helbesta "Welat" a Ahmet Kiliç ku ji aliyê Reşad Sorgul ve hate xwendin, hat guhdarîkirin.

ŞEHÎDÊN EFRÎNÊ LI SAARBRUCKENÊ HATIN BÎRANÎN

Di şexsê Berfîn Delîl, Mazlûm Efrîn, Şînda Efrîn û Hêlîn Efrîn de şehîdên Efrînê li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê hatin bîranîn.

Xalê Ekrem bi navê Komîsyona Malbatên Şehîdan axivî, berxwedana Efrînê silav kir û got, "Xwedîderketina li şehîdan bi şopandina rêya wan dibe."

Nûnerê PYD'ê Îsa Zerdeşt bi navê PYD Saarlandê peyivî û işaret bi nêzîkatiya gelemperiya cîhanê ya li êrîşên li ser Efrînê kir ku tenê lê temaşe dike.

Nûnerê NAV-DEM'ê jî diyar kir ku gelê Kurd heta niha pişta xwe nespartiye kesî û bi vî rengî tênekoşiya ye, berevajî her tim ji hêz û îradeya xwe bawer kiriye.

Aktîvîst Medya Botan jî li ser navê TJK-E peyivî û destnîşan kir ku Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê hêza xwe ji gel digire.

Merasîma bîranînê bi qîrîna dirûşmên "Şehîd namirin", "Bijî berxwedana Efrînê" qediya.