Li Stockholm û Helsînkiyê çalakiyên ji bo Efrînê

Li dijî dewleta Tirk a dagirker li paytexta Swêd Stockholmê meşa bi meşaleyan, li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê jî meş û mîtîngeke girseyî hate lidarxistin.

Li dijî dewleta Tirk a dagirker li paytexta Swêd Stockholmê meşa bi meşaleyan, li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê jî meş û mîtîngeke girseyî hate lidarxistin.

STOCKHOLM

Bi banga Ciwanên Azad, li paytexta Swêd Stockholmê komek ji Kurdistaniyan ku piraniya wan ciwan bûn li ber Stasyona Metro ya Frîdhemsplanê li hev civiyan û ber bi navenda bajêr a bi 4 kîlometreyan dûr, ber bi meydana Sergelê ve meşiyan.

Di meşê de meşale hatin hildan û alên YPG/YPJ, PKK hatin vekirin û dirûşm hatin qîrîn.

Li meydana Sergelê jî bi navê Ciwanên Azad daxuyanî hate dayin û bang li raya giştî ya navneteweyî hate kirin ku xwedî li Efrînê derkeve û ji hikumeta Swêdê jî hat xwestin ku ji bo rawestandina êrîşan bikeve nava liv û tevgerê.

HELSÎNKÎ

Kurdistanî û dostên wan ên li paytexta Fînlandiya Helsînkî dijîn, dewleta Tirk û çeteyên wê şermezar kirin. Zêdeyî hezar kes li gel serma û seqemê meşiyan û mîtîngek li dar xistin.

Di çalakiyê de komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker li Efrînê li sivîlan dike hate şermezarkirin û li ser vê hovîtiyê belavok hatin belavkirin.

Di mîtîngê de ku li ber Dêra Spî ya dîrokî pêk hat bi navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd daxuyaniyek hate dayin û hat destnîşankirin ku bi berxwedanê wê pêşî li planên Erdogan were girtin.

Her wiha bang li hikumeta Fînlandiyayê û welatên Ewropayê jî hate kirin ku bes bêdeng bimînin û êrîşên dewleta Tirk şermezar bikin.

Xwepêşandan bi qîrîna dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî berxwedana Efrînê" û "Bijî YPG/YPJ" qediya.