4 partiyên li eyaleta Nidersachsenê ji bo Efrînê bang kirin

Komên CDU, SPD, FDP û Partiya Keskan ên li Meclîsa Eyaleta Nidersachsenê ya Elmanyayê fikarên xwe yên li ser êrîşên li dijî Efrînê anîn ziman û ji artêşa Tirk xwestin ku tavilê dest ji êrîşên xwe berde.

Piştî Eyaleta Hessenê, êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê ket rojeva Eyaleta Nidersachsen a Elmanyayê. Rêveberên eyaletê Yekîtiya Demokratên Xiristiyan (CDU) û Partiya Sosyal Demokrat (SPD), Partiya Demokratên Azad (FDP) û Partiya Keskan, ji bo meclîsa eyaletê ji bo Efrînê biryareke hevpar bide, zend û bend ba dan.

Her çar partiyan bang li meclîsa eyaletê kirin ku ji bo Efrînê bikeve nava liv û tevgerê û ji şêniyên li eyaletê jî xwest ku tevlî xwepêşandanên aştiyane yên ji bo Efrînê bibin. Her çar partiyan mohra xwe danîn binê deklarasyonê û ev daxwaz ji meclîsê kirin:

"Ji bo endamê NATO'yê Tirkiye bikeve nava hewldanên çareseriya aştiyane û li gorî pîvanên hiqûqa navneteweyî tevbigere, meclîs û hikumeta eyaletê ji hikumeta federal dixwaze ku bikeve nava tevgerê. Meclîsa me bang li mirovên li eyaletê dike ku tevlî xwepêşandanên aştiyane bibin."

Her çar partiyan diyar kirin ku divê hikumeta federal firotina çekan ji bo herêmên şer lê diqewime qedexe bike û di vî warî de meclîsa eyaletê li hikumeta federal û konseya federal bikeve nava hewldanan. Her wiha, ji bo li Tirkiyeyê protestoyên aştiyane serbest bibin û azadiya ramanê pêk were, hikumeta federal bikeve nava hewldanan.