Li pêşiya PE’yê çalakiya ‘Dawî li dagirkeriya Tirk bînin’
Bi tevlîbûna parlemeteran li pêşiya Parlemetoya Ewropayê ya li Strasboûrgê li dijî êrîşê dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên hevkarên wê ya li ser Efrînê çalakiyek hate lidarxistin.
Bi tevlîbûna parlemeteran li pêşiya Parlemetoya Ewropayê ya li Strasboûrgê li dijî êrîşê dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên hevkarên wê ya li ser Efrînê çalakiyek hate lidarxistin.
Bi dehan çalakvanên ku di saetên danê nîvroyê de li pêşiya PE’yê kom bûn li gel Kurdan, şoreşgerên Tirkiyeyî , dostên Kurd ên Fransî û parlemeterên Îngilîz Jûlîe Ward û Nûnerê HDK’ê yê Konsyeya Ewropayê Fayik Yagizay cih girtin.
Di çalakiyê de pankartên bi zimanê Fransî ‘Dawî li dagirkeriya Tirkiye ya li Efrînê bînin-Dun Kobanê îro Efrîn” hatin vekirin.
Di çalakiyê de li gel hildana wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan flamayên tevgerên Kurd û Tiriyeyî hatin hildan, dirûşmên dawî li dagirkeriya Tirkiye ya li ser Efrînê bînin û banga tevgerkirinê li Ewropa hate kirin.
Di çalakiyê de endama PE’yê Jûlîe Ward axivî û hewldana dagirkirina dewleta Tirk bi zimanekî tund şermezar kir. Ward di serî de bang li Yekîtiya Ewropa, Neteweyên Yekbûyî û rêxistin û tevgerên navneteweyî kir û diyar kir ku dawî li dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Kurda ku li dijî DAIŞ’ê bi hezaran zarokên xwe dane bînin.”