Pêkhateyên HDK'ê hatin binçavkirin
Di operasyonên qirkirina siyasî de, Hevberdevkê HDK'ê Prof. Dr. Onûr Hamzaoglû jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.
Di operasyonên qirkirina siyasî de, Hevberdevkê HDK'ê Prof. Dr. Onûr Hamzaoglû jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.
Beriya 3. Kongreya Mezin a Asayî ya HDP'ê ku wê 11'ê Sibatê li Enqereyê were lidarxistin, operasyonên qirkirina siyasî dewam dikin. Nûnerên gelek partî û saziyên ku pêkhateyên HDP'ê ne danê vê sibehê di serdegirtina maland e hatin binçavkirin.
Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Prof. Dr. Onûr Hamzaoglû, Serokê Giştî yê Partiya Şoreşger Mûsa Pîroglû, Hevbedevka Platforma Piştgiriya Sosyalîst (SODAP) Kezban Konûkçû, Hevserokên Partiya Keskan a Çep Nacî Sonmez û Eylem Tûncaelî, Wekîla Seroka Giştî ya ESP'ê û Berdevka Meclîsa Jinên Sosyalîst Fadîme Çelebî li Stenbolê di serdegirtina malan de hatin binçavkirin.
Li Îzmîrê jî polîsên Tirk avêtin serm ala Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Koçyîgît a li Menemenê.
Koçyîgît ne li malê bû, lewma nehat binçavkirin. Ji hevserê wê re hat gotin ku di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de tevî Koçyîgît biryara binçavkirina 12 kesan heye.
Kompûter, telefon û cîhazên din ên teknîkî yên li mala Koçyîgît hatin desteserkirin.