200 enternasyonalîst ji bo Ocalan û Efrînê dane rê

Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şermezarkirina êrîşên li ser Efrînê 200 enternasyonalîstên ji 17 welatan ji Lûksembûrgê dane rê û wê biçin Strasbourgê.

200 enternasyonalîstên ji 17 welatan li Lûksembûrgê li hev civiyan û meşa ber bi Strasboûrgê ve dest kir. Meşê îro danê nîvro li ber ber Dîwana Edaletê ya Ewropayê bi  daxuyaniyeke çapemeniyê dest pê kir û bi dirûşmeya Azadî ji Ocalan re, Aştî ji Kurdistanê re, Na ji êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê" pêk tê. Di serî de ji Arjantîn, Spanya, Portegîz, Swêd, Danîmarka, Hollanda, Elmanya, Fransa, Belçîka ji 17 welatan 200 akademîsyen, rojnamevan, siyasetmedar û nûnerên rêxistinên sivîl tevlî meşê bûne. Enternasyonalîst wê piştî 4 rojan bighêjin bajarê Fransayê Metzê, ji wir jî bi otoboyan biçin bajarê Swîste Lozanê, li wir bi herdu milên din re bêne gel hev û ji Lozanê heta Cenevreyê bimeşin. Çalakger wê li vir tevlî mitînga girseyî ya li pêşiya Neteweyên Yekbûyî ya di 16’ê Sibatê de bibin û çalakiya runiştinê li dar bixin. Piştre jî wê çalakger di heman şevê de wê bi otopozan derbasî Strasbourgê bibin û tevlî meşa navendî ya 17’ê Sibatê bibin.

Endamê Komîteya Amadekar siyasetmedarê Kurd Suleyman Guneylî jî axaftinek kir û armancên meşê anîn ziman:

“Em ji bo ku ruhê enternasyonalîst ê gelê Rojhilata Navîn û kedkaran derbixin holê dimeşin. Ji bo ku têgihiştin, bawerî, rêxistinbûyîna wê bipêş bikeve û bibe rastiya jiyanê. Em ê têkoşîna xwe li hember Modernîteya Kapîtalîst a ku mirovan ji nirxên mirovî qût dike û mirovan dike hebûneke lewaz, bimeşînin.”

Hevseroka KCDK-E Fatoş Goksungur jî bibîr xist ku tecrîda li ser Ocalan dikeve sala 20’emîn û bal kişand ser ku gelek deverên cîhanê mirov têne gel hev û ji bo azadiya Ocalan dimeşin.

‘ME SILAVÊN GELÊ PORTEKÎZ JI BO WE ANIYE’

Piştre jî nûnerên komên tevlî meşê bûne di civîna çapemeniyê de mafê axaftinê girtin, têkildarî armancên xwe ev tişt anîn ziman:

Li ser navê koma ji Portekîzê hatin DAnîel Dûrîttî mafê axaftinê girt û got: “Min silavên gelê Portekîz ji bo we aniye. Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û nasandina projeya Konfederalîzma Demokratîk em ê bimeşin. Ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a li Efrîn  û destekkirina têkoşîna netewî ya Kurdan em ê bimeşin.

Li ser navê Koma Arjantîn jî Dr. Danîel Marez jî diyar kir ku sala borî jî tevlî meşê bibû û got: “Îsal jî tevlî meşê dibim ji bo pêşwazîkirina tendurisiya hevalên dimeşin bikim. Ji bo piştgiriyê bidim têkoşîna rizgariya netewa Kurd li vir im.”

‘HETA GELÊ KURD AZAD BIBE..’

Klara Barselona jî ev peyam da: “Ji giravên Katalan, Bask, Endulus, Kanarya û Galîçya û Spanya jî di nav de 95 ciwan tevlî bûne. Ji bo em piştgiriyê bidin gelê Kurd tevlî meşê dibin. Ji bo piştgiriyê bidin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li vir in. Heta ku gelê Kurd cihê ku maf bike xwe bigihîniyê wê ev meşa me dewam bike.”

Li ser navê koma Fransa jî Lîse B. ji bo piştgiriyê bidin sîstam Kurdan a li dijî kapitalîzmê li vir in û got: “Ji ber ku di sîstema Konfederalîzma Demokratîk de me xwe dît û ji bo piştgiriyê bidin têkoşîna gelê Kurd a di mafdayîna têkoşîna jinê de em hatine vir. Jûlîa Pawel jî li ser navê delegasyona Elmanya ev peyam da: “Ji welatên cuda ji çandên cuda hatina ba hev ya mirovan û ji bo yek armancê meşîn xwedî wateyekî gelekî girîng e. Ji bo çareseriya pirsa Kurd a bi rêya aştiyane û demokratîk em hatine vir.”

‘KURDAN LI SER NAVÊ MIROVATIYÊ LI ROJAVA GELEK TIŞT BI SER XIST’

Li ser navê welatên Îskandinavya Nîclas Tûrener jî wiha got: “Ji bo em bidin nîşandan ku bê gelê Kurd ne bi tenê ye em hatine vir. Ji bo ku em bêjin Konfederalîzma Demokratîk yekane sîstema pêkve jiyanê ye hatine vir. Kurdan li ser navê Kurdan li Rojava gelek tişt bi ser xist. Ji ber ku çeteyên hov ên DAIŞ’ê têk bir piştgirî heq dike. Heta dawiyê em li gel gelê Kurd in.”

‘PROJEYÊN OCALAN BÛNE HÊVIYA JIYANÊ’

Parlemetera Eyaleta Partiya Çep a Hambûrg a Elmanyayê Cansû Ozdemîr jî ev peyam da: “Projeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşxistî ji bo hemû gelên li Rojava bûye hêviya jiyanê. Projeya Ocalan ji bo hemû mirovahiyê bûye hêvê, tecrîda li ser nayê qebûlkirin. Ji ber vê evqas meş girîng e.”

Piştî daxuyaniya çapemeniyê û şûnde, meşvanan dest bi meşê kirin. Meşvanên ku wê bi qasî 17 km bimeşin, wê şevê li bajarê Thîonwîlle yê Fransayê derbas bikin.