Efrîn careke din bû mijara KENY
Civîna Konseya Ewlekariyê Neteweyên Yekbûyî (KENY) a li ser pêkanîna agirbestê ji bo alîkariya însanî li Sûriyeyê, careke din bi ser neket. Di civînê de dagirkeriya Tirk a li Efrînê hate nirxandin.
Civîna Konseya Ewlekariyê Neteweyên Yekbûyî (KENY) a li ser pêkanîna agirbestê ji bo alîkariya însanî li Sûriyeyê, careke din bi ser neket. Di civînê de dagirkeriya Tirk a li Efrînê hate nirxandin.
Civîn roja Pêncşemê pêk hat û ti encam jê derneket. Li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY), mijara ragihandina agirbesta însanî ya li Sûriyeyê hat nirxandin. Bi taybetî işaret bi rewşa li Gûta Rojhilat a li nêzî Şamê hate kirin.
Civîn bi daxwaza Swêd û Qûweytê hate kirin. Civîn li çapemeniyê girtî pêk hat û piştî civînê daxuyanî nehat dayin.
Nûnerên saziyên cuda yên Neteweyên Yekbûyî yên li Şamê roja Sêşemê daxuyaniyek dabûn û xwestibûn ji bo mehekê li gelemperiya Sûriyeyê agirbest bê ragihandin.
Sefîrê Bilind ê Rûsyayê yê li Neteweyên Yekbûyî Vassîly Nebenzîa piştî ku ji civînê derket got, agirbesteke însanî 'ne realîst e'. Nebenzîa îdîa kir ku rewşa însanî a li herêmê ji meha derbasbûyî ve neguheriye û got, "Em jî dixwazin agirbest bê ragihandin û şer biqede. Lê belê ne bawerim ku terorîst bi vê qanih bibin."
Li gorî çavkaniyên dîplomatîk Sekreterê Giştî yê ji Karên Însanî Berpiryar ê Neteweyên Yekbûyî Mark Lowcock di civînê de qala rewşa Efrîn û Reqayê jî kiriye. Dîplomat got, ji ber teqemeniyên li Reqayê şert û mercên vegerê hê nîne.
Dîplomatê Fransayî Delattre jî beriya civînê daxuyaniyek dabû û gotibû, "Li wîlayeta Îdlibê, li pêş çavên me rewşeke nû ya mîna Helebê rû dide."