Parlamentoya Ewropayê banga hevdîtinan li PKK û Tirkiyê kir

Parlamentoya Ewropayê pêşnûmeyeke derbarê mafên mirovan ên li Tirkiyê qebûl kir.

Pêşnûme bi giranî hate qebûlkirin. Di pêşnûmeyê de bang li PKK û Tirkiyê tê kirin ku dîsa li maseya hevdîtinan vegerin û di derbarê Efrînê de jî tirs û fikar hatin ziman.

Di biryarê de hat destnîşankirin ku Tirkiyê di warê mafên bingehîn, azadî û dewleta hiqûqî de ber bi xirabûnê ve diçe, derbarê vê de fikar hene û herwiha hat rexnekirin ku mehkemekirina serbixwe li Tirkiyê nîne.

Parlamentoya Ewropayê “girtinên keyfî û tacîzên darizandinê” rexne kir û bang li meqamên Tirkiyê kir ku li hember Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê û biryarên DMME’yê hûrmetê nîşan bide.

Parlamento bawer dike ku li Tirkiyê ‘gefa terorîzmê’ berdewam e û destnîşan kir ku zagona antî-teror hewceye li hember welatî û çapemeniyê neyê bikaranîn.

Parlamentoya Ewrûpayê girtina kesên li hember dagirkeriyê bertek nîşan dane jî şermezar kir û derbarê dagirkeriya Efrînê ev gotin:

“Mudaxaleya ji herêma Sûrîyê ya piranî Kurd lê dijîn û encamên wê yên mirovî em bi fikar in û em derbarê çalakiya bêpîvan hişyar dikin.”

Parlamentoyê herwiha diyar kir ku ew derbarê eşkence û muameleya xirab a li hember girtiyan jî bi fikar in û rakirina destnedayîna gelek wekîlan jî rexne kir.

Taybet hevserokên HDP’ê Fîgen Yalçindag û Selahattîn Demîrtaş, Parlamentoya Ewropayê bal kişand ser 10 wekilên girtî yên HDP’ê.  

Biryar bal dikşîne ser qedexeya derketina kolanan a li bajarên Kurdistanê û bang li Tirkiyê dike ku nîv milyon mirovên mecbûrî koçê bûn dîsa entegre bike. Weke raporên xwe yên berê vê carê jî PKK şermezar kir û hat gotin: “Em vegera PKK’ê ya li çekê erênî nabînin û bang lê dikin dev ji çekan berde, rêyên aştiyane û demokratîk bikar bîne.”

Parlementoya Ewropayê diyar dike ku berpirsiyariya Tirkiyê ya parastina welatiyên xwe heye û dibêje: “Tenê çareseriyeke siyasî ya bi denge dikare li Tirkiyê giştî aştiyeke mayînde û aramiyê bîne.” Di encamê de Parlamentoya Ewropayê her du alî vexwende maseya hevdîtinan.