Li Fransa û Danîmarka ji bo Ocelan û Efrîn dimeşin
Li Fransa û Danîmarka Kurdistranî û dostên wan, ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocelan û Efrînê meşên dirêj amade dikin.
Li Fransa û Danîmarka Kurdistranî û dostên wan, ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocelan û Efrînê meşên dirêj amade dikin.
Li paytexta Parîs ya Fransayê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocelan û êrîşa dewleta Tirk a li ser Efrînê protesto bikin, meşa dirêj ya ku wê sê rojan dewam bike, destpê kir.
Meşa dirêj di roja yekem a li ber derê Şaredariya berbajarê Drancy yê Parîsê destpê kirî de Kurdistanî û dostên wan, heta şaredariya La Coumeuve wê 10 km bimeşin.
Di tevahiya meşê de belavokên êrîşên dagirkeriyê tine ziman hatin belav kirin.
Di çarçoveya meşê de wê dosya pêşkêşî rêveberên şaredariyan bên kirin.
Meşa dirêj sibe li ber derê şaredariya Îvry, roja sêyem jî li qada Republîqe wê bê lidarxsitn.
DANÎMARKA
Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk ya Danîmarka jî, ji bo protestokirina komploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocelan û êrîşa li ser Efrînê meşek dirêj tê lidarxistin.
Agahiyên têkirldarî meşê wihane
Roja 1: 9’ê Sibat roja Înî, li stasyona Ballerup saet 10:00 wê kom bibin û heta Husumtorvetê bimeşin.
Roja 2: 10 Sibat Şemî li stasyona Hoje Taaslup saet 10:00 de kom bibin, heta Husumtorvetê bimeşin.
Roja 3: 11 Sibat roja Yekşem jî li stasyona Vallesbaek saet 10:00 kom bibin û hetya qada Radhuspladsen mîtîng bê lidarxistin.