'Gelên berxwedêr wê bi ser bikevin'
Çalakiyên ji bo Efrînê ku ji 20'ê Çileyê ve li dijî dagirkeriya Tirk li ber xwe dide dewam dikin.
Çalakiyên ji bo Efrînê ku ji 20'ê Çileyê ve li dijî dagirkeriya Tirk li ber xwe dide dewam dikin.
Çalakiyên ji bo Efrînê ku ji 20'ê Çileyê ve li dijî dagirkeriya Tirk li ber xwe dide dewam dikin.
GRAZ: Li bajarê Grazê yê Awûstûryayê, komîsyona jinan a Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) standek vekir û li ser komkujiyên ku dewleta Tirk li Efrînê dike belavok belav kir. Di çalakiyê de dirûşmên "Terorîst Tirkiye" û "Kujer Erdogan" hatin qîrîn.
VIYANA: Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê li paytexta Awûstûrya Viyanayê bi mîtîngekê hatin şermezarkirin. Konê ku roja Duşemê bi heman armancê li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî hate vedan, bi mîtîngekê qediya. Di dawiya çalakiyê de dosyayek li ser sûcê şer û komkujiyên ku bi destê dewleta Tirk li Efrînê tên kirin, radestî rayedarên Neteweyên Yekbûyî hate kirin. Danê êvarê jî ciwanên Kurd meşek organîze kirin.
HAMBÛRG: Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê, Kurdistanî û dostên wan li navçeya Altonayê li hev civiyan û belavok belav kirin. Çalakgeran diyar kirin ku kuştina gelê sivîl bi çekên Elman nayê qebûlkirin. Ji bo meşa girseyî ya roja Şemiyê saet 14:30'î banga tevlîbûnê hate kirin.
BENSHEÎM: Li bajarê Bensheîm ê eyaleta Hessenê, danê êvarê ji bo piştgiriya berxwedana Efrînê meşek hate organîzekirin. Bi sedan Kurdistanî tevlî çalakiyê bûn û bi qîrîna dirûşmên "Bijî YPG/YPJ" û "Kujer Erdogan" heta Bone Platzê meşiyan.
BÎELEFELD: Çalakiyên ji bo Efrînê yên li bajarê Bîelefeld ê Elmanayyê dewam dikin. Duh êvarê jî Kurdistanî tevî dostên xwe daketin qadan û bi qîrîna dirûşmên "Faşîst Erdogan", "Bijî Berxwedana Efrînê" belavok belav kirin.
MARSÎLYA: Li bajarê Marsîlya yê Fransayê bi pêşengiya Ciwanên Azad û komeke anarşîst, çep û antî kapîtalîst, li dijî dagirkeriya Tirk meşek hate lidarxistin. Çalakger ji meydana Castellaneyê heta navenda bajêr meşiyan û li ser rewşa Efrînê belavok belav kirin. Di çalakiyê de bêdengiya hikumeta Fransayê û dewletên Ewropayê hate şermezarkirin û bang li hemû hêzên çep û sosyalîst hate kirin ku piştgiriyê bidin Efrînê.
ATÎNA: Çalakiyên li paytexta Yewnanîstan Atînayê bi pêşengiya Însiyatîfa Efrînê dest pê kirin, di roja 20'an de ne. Bi sedan Kurdistanî û sosyalîstên Yewnan li ber Navenda Çanda Kurd li hev civiyan û ber bi Konsolosxaneya Tirk ve meşiyan. Li ber konsolosxaneyê mîtîngek hate lidarxistin û parlamenterê berê Phanatîos Lafazanhîs axivî. Lafazanhîs diyar kir ku ew bi şoreşgerên Kurdistanî re ne û got, "Şoreş dibe ku rêyeke zehmet be, lê ev yek wê bibe şoreşa gelê Kurdistanê. Şerê li Efrînê ne tenê şerê gelê Kurd e. Şerê hemû gelan ê li dijî zilmê ye. Ji bo em pêşî li Erdogan bigirin em bi wer e dimeşin. Gelên berxwedêr wê bi ser bikevin." Piştî axaftin û daxuyaniyê, çalakger bi qîrîna dirûşm û tilîliyan ji ber avahiya konsolosxaneyê çû.
ZURÎCH: Kurdistanî û dostên wan ên li ber Bahnhofstrasse ya bajarê Zurîch ê Swîsreyê li hev civiyan, berxwedana Efrînê silav kirin û bal kişandin ser êrîşên dewleta Tirk. Di çalakiyê de li ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser sivîlan belavok hatin belavkirin û ji hêzên navneteweyî hate xwestin ku li dijî dewleta Tirk bikevin nava liv û tevgerê.
LA CHAÛX -DE- FONDS: Li bajarê La Chaûx-de-Fonds ê Swîsreyê, Kurdistanî li ber stasyona trenê ya navendî li hev civiyan û berxwedana Efrînê silav kirin. Parlamenterê Federal ê ji Partiya Karker a Swîsreyê Denîs de la Reûssîlle li vir axivî û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê bi tundî şermezar kir. Reûssîlle bang li Swîsre û hêzên navneteweyî kir ku li dijî dewleta Tirk bikevin nava hewldanan.
BASEL: Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê, li bajarê Basel ê Swîsreyê bi çalakiyekê hatin şermezarkirin. Bi sedan Kurdistaniyên li Claraplatzê li ehv civiyan, nerazîbûn nîşanî dewleta Tirk dan ku li Efrînê komkujiyan dike.
CENEVRE: Kurdistaniyên li bajarê Cenevre yê Swîsreyê dijîn, li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî kon vedan, bal kişandin ser dagirkeriya dewleta Tirk û ji Neteweyên Yekbûyî hat xwestin ku li ber dagirkeriya dewleta Tirk rabe.