QSD’ê bîlançoya rojê ya li Efrîn eşkere kir

Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê  nivîskî bîlançoya rojê ya Berxwedana Serdemê eşkere kir. QSD’ê ragihand di şer û operasyonên paqijkirinê de bi dehan leşker Tirk û çeteyê wê hatine kuştin.

Navenda Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyeke nivîskî têkildarî çalakî û şerê li Efrînê bîlançoya rojê eşkere kir.

Navenda QSD'ê têkildarî bîlançoyê ev agahî dan:

BILBILÊ

Gundê Qestel Xidriya bi çekên giran duh ji saet 16:00 ve ji aliyê êrîkaran ve hate armancgirtin. Hêzên me tankeke êrîşkaran bi fûzeyekê hate hedefkirin  û bi temamî hate rûxandin û bi dîmen hate belgekirin.

Li gundê Şêxûrzê gelek terorîst û leşkerên artêşa dagirker ji aliyê şervanên me ve hatin kuştin û şervanên me piştrast kirin ku 27 leşkerên Tirk hatine kuştin û bi dehan hatin birîndarkirin. Her wiha bi dehan terorîst hatin kuştin û ambolansên êrîşkaran bê navber cenazeyên wan ber bi bajarên Kîlîs û Reyhanliyê ve dibirin.

Îro ji saetên sibê ve, gundê Kotana  ji aliyê êrîşkaran ve bi çekên giran tê hedefkirin û di encamê de ziyan bi mal û milkên welatiyan bûn.

RECO

Li gundê Elbîskê di navbera şervanên me û êrîşkaran de şer derketin û şervanên me tankeke êrîşkaran duh saet di 16:00’an de teqandin.

Îro saet di 09:00’an de li eniya Kevrê Ker êrîşkaran hewldan pêşve werin rastî bersiva şervanên me hatin û şerê giran rûdan û heta niha şer berdewam in. Li vir di çalakiyeke şervanên me de 7 leşkerên Tirk hatin kuştin û di heman demê de êrîşkaran bi çekên giran navenda Reco topbaran kirin. Her wiha gundên Moseka û Hopka di saetên sibê de hate topbarankirin.

Îro saet di 13:00’an de hêzên dagirkeriya Tirkiyeyê û komên terorîst gundên Cela û Çeqmaqa bi çekên giran kirin hedef û êrîş hê jî didome.

ŞIYÊ

Duh ji saetên êvarê ve û heta niha hemû eniyên şer ên navçeya Şiyê bi çekên giran rastî êrîşên dijwar tê û ji destpêka êrîşa li dijî herêma Efrînê ve evan êrîşên dawî herî zêde dijwar bûn.

Li derdora gundê Xelîl Gulko hêzên me wesayîtek doçka li ser ya artêşa dagirker kirin hedef û bi temamî teqandin û 11 leşker li heman deverê hatin kuştin. Teqandina vê wesayîtê bi dîmen hate belgekirin.

CINDERÊSÊ

Piştî ku hemû hewldanên pêşvehatina hêzên dagirkeriya Tirkiyeyê li eniya gundê Hemamê têk çûn, niha hewl didin eniya çiyayê Beyreqdar ya di navbera gundên Hemamê û Aşka de pêşve werin, lê dîsa jî rastî bersiva şervanên me hatin û li vir jî pevçûn bê navber berdewam dikin.

ŞERA

Hêzên me komeke leşkerên Tirk ku hewl didan pêşve werin kirin hedef û li dijî wan çalakiyek pêk anîn û di encamê de 6 leşker ji wan hatin kuştin.

EZAZÊ

Hêzên me tevgereke êrîşkaran a bi çekên giran kirin hedef û rasterast li wan dan.