Nişaneya têkçûna dewleta Tirk

Operasyona dewleta Tirk a dagirker ku di 20’ê Çileyê de dayî destpêkirin, rê li ber pirsgirêkên mezin vekirin.

Bi sedan leşker û çeteyên bi Tirkan re tevdigerin  di şer  de hatin kuştin, bi dehan wesayîtên  zirx jî hatin têkbirin.

Li gorî îkonografiya ANHA’yê amade kirî, di navbera dîrokên 20’ê Çile – 7 Sibatê de herî kêm 669 leşkerên Tirk û çete hatine kuştin. Di nava kuştiyan de efser û serçete jî hene.

Di navbera mehekê de 43 tank û wesayîtên leşkerî û 1 balefira keşfê hatin têkbirin. 22 tank û wesayîtên leşklerî jî  hatine derbkirin.

hemara şerê li gel dewleta Tirk a dagirker hatî kirin weke 322 hatiye dayîn, lê ev encam tenê ya dîroka 26 Çile û 1 Sibatê ye. Di dîrokên 2-7 Sibat de 14 baregehên çetan hatiye derbkirin.