Dest danîn ser kaxizên A-4 ên girtiyan
Li Girtîgeha Tîpa T’yê ya Odemîşê, rêveberiya girtîgehê destê danî ser kaxizên A-4 ên girtiyan û girtî ji bo ku nikaribin nameyan binivîsin, hatin astengkirin.
Li Girtîgeha Tîpa T’yê ya Odemîşê, rêveberiya girtîgehê destê danî ser kaxizên A-4 ên girtiyan û girtî ji bo ku nikaribin nameyan binivîsin, hatin astengkirin.
Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T’yê ya Odemîşê ya Îzmîrê bi rêya xizmên xwe, zextên li ser xwe ragihandin. Girtiyan diyar kirin ku lêgerîna li nava qawîşan zêde bûye û di lêgerînan de heqaret li wan tê kirin.
BANGA BIHÎSTYARIYÊ
Girtiyan diyar kirin ku radyoyên di qawîşan de hatine berhevkirin û gardiyanan dest danîne ser kaxizên wan ên A-4. Girtiyan destnîşan kirin ku mafên wan ên spor û hevkar ji destê wan hatiye stendin û rêveberiya girtîgehê dest datîne ser name û kargoyên ku ji wan re tê.
Girtiyan li hemberî binpêkirinên mafan banga bihîstyariyê kirin.