Erdogan bi penaberan şantaj kir, niha jî wan diqewirîne!
Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan penaberên Sûriyê kire sedema şer, li dij Ewropa kire şantaj û niha hewl dide wan biqewirîne.
Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan penaberên Sûriyê kire sedema şer, li dij Ewropa kire şantaj û niha hewl dide wan biqewirîne.
Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan di Civîna Mûxtaran a 45’an de amaje pê kir ku êdî penaberan naxwaze.
Erdogan ê ku penaber kirî hinceta dagirkirina Sûriyê û ew li dijî şantaja Ewropa bi kar anî û gef pê li Ewropa xwarî niha jî dibêje, ‘’Em ê heta hetayê 3,5 milyon penaber li vir nehêlin’’.
Erdogan ê ku li dagirkeriya Tirk a li Sûriyê mikur hatî û hewl dayî ku vê rewa nîşan bide got, ‘’me 2 kîlometre bi dirêjî û firehiyê xist kontrola xwe.’’
Erdogan îdîa kir û got, ‘’Birayên me yên ji Sûriyê jî li vir vegeriyan ser axa xwe. Va niha em dixwazin heman tiştî li Efrînê jî bikin.’’
Lê zelal nekir bê ka têkiliya penaberên Sûriyê û Efrînê çiye. Efrîn jixwe herêmeke wiha ye ku malxweyitiyê ji gelek penaberan re dike ku ji şerê Sûriyê reviyane û xwe lê girtine.
Rejîma Edogan ji 20’ê Çile ve êrîşê bi çeteyên xwe bi ser Efrînê de tîne. Di van êrîşan de gelek sûcên şer jî hatin kirin û heta niha 150 sivîl bi êrîşan hatin kuştin, bi sedan jê birîndar bûn, her wiha gelek mal û avaniyên sivîl hatin şewitandin, hilweşandin.
Erdogan li ser leşkerên xwe yên ku hovîtiyê dikin û ev 20 roj in bi pêş ve neçûne, got, "destanan dinivîsin."