ROJEVA 9'Ê SIBATA 2018
Rojeva Navenda Nûçeyan a 9'ê Sibata 2018'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 9'ê Sibata 2018'an.
- Çalakiyên li ser ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê werin şopandin.
- Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê û şerê ji ber van êrîşan li herêmê diqewimin wê werin şopandin.
- Meşa 200 enternasyonalîstan a ji bo azaiya Ocalan û şermezarkirina êrîşên li ser Efrînê, ku ji Luksembûrgê dest pê kir wê were şopandin.
- Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan: AKP, rêveberiya Erdogan û çapemeniya Tirk heta ji wan tê hewl didin binketina artêşa Tirk a li Efrînê binixumînin. Lê rastî ev e; artêşa Tirk û hêzên El Qaîdeyê ku pê re tevdigerin binketî ne.
- Endama Konseya Rêveber a KCK'ê Rotînda Engîn got, "Çawa ku berxwedana li Kobanê û li Rojava rê li ber berxwedana Mehmet Tûnçan vekir, berxwedana Efrînê jî ku dewama vê yekê yekê ye li cîhanê deng vedaye. Ev yek nîşaneya serketina vê xetê ye."
-Nûnera HDP'ê ya Hewlêrê Muzeyyen Guneş got, "Eger Efrîn bi ser bikeve wê Kerkûk û çar parçeyên Kurdistanê û gel bi ser bikevin. Efrîn têk biçe wê bi Kurdan re hemû gel têk biçin."
- Endamên HPC'ê ku kolanên Efrînê diparêzin gotin, "Em ê axa xwe biparêzin. Em ê rê nedin dewleta Tirk."
- Siyasetmedar Zelal Cîger got, "Pergala neteweya demokratîk li Efrînê îspat bû. Bi saya Rêber Apo îro li Rojava Kurd, Ereb, Tirkmen, Suryanî bi hev re li dijî desthilatdaran li ber xwe didin.
- "Artêşa Millî" ya Erdogan ku bi îdîaya şoreşê li Sûriyeyê der bû û piştî ku 7 salan Sûriye talan kir, li Efrînê diziya mirîşan kir. Ev 'dizên mirîşkan' li gundên li ser sînor mal û milkên Kurdan talan dikin.
- Komên CDU, SP, FDP û Partiya Keskan ên li Meclîsa Eyaleta Nidersachsenê ya Elmanyayê fikarên xwe yên li ser êrîşên li dijî Efrînê anîn ziman û ji artêşa Tirk xwestin ku tavilê dest ji êrîşên xwe berde.