Berdevka Pentagonê Dana Whîte di brîfînga çapemeniyê ya rojane ya wezaretê de, li ser destwerdana li hêzên alîgirê rejîmê agahî da ku hêzên navborî êrîşî QSD'ê kiribûn.
Whîte got, hêzên alîgirê rejîmê bi dehan top avêtin herêma ku biryargeha şervanên QSD'ê lê ye û ragihand, top li cihekî çend sed metre nêzî biryargeha ku wezîfedarên DYA'yî jî lê ne, ketin. Whîte diyar kir ku li dijî vê êrîşa ji bo tinekirinê wan di çarçoveya mafê xwe yê parastina rewa de ji hewa û erdê ve bersiv dane.
Berdevka Pentagonê ragihand, ti hinceta ku hêzên alîgirê rejîmê êrîşî hêzên QSD'ê bikin nîne û diyar kir, hatiye tespîtkirin ku koma êrîşkar beriya çend rojan li herêmê amadekarî dikir.
Berdevka Pentagonê da xuyakirin ku niyeta DYA nîne ku li dijî rejîma Sûriyeyê şer bike û got, êrîşên bi vî rengî bala li ser têkoşîna dijî çeteyên DAÎŞ'ê belav dike.