23:31
Di encama bomberdûmana balafirên arêtşa Tirk a dagirker ya li ser gundê Şikatê yê navçeya Şiyê de herî kêm 3 welatiyên sivîl hatine qetilkirin.
22:45
Artêaş Tirk a dagirker bi tang û obusan gundên Baflûnê û Ereb Wêran ên navçeya Şera topbaran dike.
20:32
KPC-D anî ziman ku ji ber êrîşên dewelat Tirk a li ser Efrînê 19 xwendekaran jiyana xwe ji dest dane, 27 xwendekar jî birîndar bûne, bibîr xist ji ber bomberdûmanê jî 318 navendên perwerdehiyê hatine rawestandin û 50 hezar xwendekar jî ji mafê xwe yên perwerdehiyê hatine bêparkirin.
18:46
Di êrîşa artêşa Tirk a dagirker a li dijî gundê Berkaşê ya navçeya Bilbilê de 3 welatiyên sivîl birîndar bûn.
18:46
YPG’ê têkildarî êrîşên hewayî yên artêşa Tirk ku ji şevê din ve didome daxuyanî da û diyarkir ku gelek sivîl birîndar bûne.
18:45
Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker gundên navçeya Şiye ya Efrînê bombebaran dike.
18:42
Bi sedan Rêxistinên Civaka Sivîl (STK) yên Hindistan, Afganîstan, Pakîstan û Bangladeş, bang li sekreterê giştî yê NY’ê kir ku êrîşên dagirker yên li ser Efrînê bide sekinandin.
18:41
KCDK-E: Ji bo çalakiyê 9’ê Sibatê ku destpê bike û 10’ê Sibatê li seranserî Ewropayê bigihêje lûtkeyê em di serî de bang li gelê Kurd, dostên wan û bi milyonan mirovên ku dibêjin em insan in dikin ku tevlî çalakiyan bibin.
18:41
Di şerê hê jî li derdorî gundê Hec Bilêl ê girêdayî navçeya Şiyê dom dike de, ji 25’an zêdetir leşkerên artêşa Tirk û çeteyên wê hatine kuştin.
18:23
Arêtşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bombeyan li gundê Cela yê Reco ya Efrînê dibarîne.
16:52
Rêveberiya Kantona Efrînê bi daxuyaniyeke çapemeniyê li dijî dagirkeriyê bang li NY’yê kir ku erka xwe pêk bînin û bikevin nava tevgerê. Di dema daxuyanî dihate dayîn de balafirên Tirk bê navber herêm bomberdûman dikir.
16:30
Di şerê hê jî li derdorî gundê Hec Bilel ê girêdayî navçeya Şiyê dom dike de, ji 25’an zêdetir leşkerên artêşa Tirk û çeteyên wê hatine kuştin.
16:06
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê bi daxuyaniyekî nivîskî nasnameya 7 şervanên xwe yên ku di dîroka 3-6’ê Sibatê de şehîd bûbûn, ragihand.
16:00
Şervanên YPG’ê li gundê Qude yê Recoyê dozerek ya artêşa Tirk a dagirker diteqîne.
15:47
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê Şehîdgeha Şehîd Seydo ya herêma Cindirêsê topbaran kirin.
Va kêliyên li Şehîdgehê dixin..
14:53
Li Cindirêsê şerekî dijwar diqewime
Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, di navbera şervanên QSD'ê û leşker-çeteyên Tirk de li herêmê şerekî dijwar diqewime.
Balafirên şer ên Tirk danê sibehê bombe li herêmê barandibûn û piştre jî bi topan êrîş li herêmê hatibû kirin.
Ji 20'ê Çileyê dema destpêkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ve nêzî 150 sivîl ji aliyê hêzên Tirk ve hatin kuştin.
13:36
13:19
13:18
12:32
Artêşa Tirk bombeyan li sivîlan dibarîne
Artêşa Tirk a dagirker bombeyan li gundên Qestele Xidiriye û Qestele Miqded ên navçeya Bilbilê, gundê Dersiwanê yê navçeya Şera û gundê Axcele yê navçeya Cindirêsê dibarîne.
Ji ber bomberdûmanê li gundê Axeceleyê sivîlekî din birîndar bû.
12:28
Li derdora gundê Hec Bilêl şer giran e
Li derdora gundê Hec Bilêl ê navçeya Şiyê ya Efrînê di navbera artêşa Tirk a dagirker û hêzên QSD'ê de şerekî dijwar diqewime.
Şer hê jî dewam dike. Li ser encama vî şerî agahî bi dest neket.
12:28
12:28
Bi sed hezaran penaberên li Efrînê bang li NY’yê kirin
Penaberên ku bi şerê navxwe yê Sûriyê re xwe li Efrînê girtin û niha jî 282 hezar penaber lê hene, bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) kirin û xwestin ku li dijî dagirkeriya Tirk rawestin.
12:27
12:27
Li Efrînê sivîlekî din şehîd bû
Ji ber êrîşa bi balafirên şer û bomberdûmana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, welatiyê bi navê Abdulkadir Osman (70) ê ji gundê Şêxorzê xwe li navenda bajêr girtibû, şehîd bû.
12:26
Jina 60 salî ya di êrîşê de birîndar bû rakirin nexweşxaneyê
Li navenda Efrînê ku artêşa Tirk a dagirker bi balafirên şer û fuzeyan êrîş dike, Hatîce Ebdulmenan (60) birîndar bû û ew rakirin nexweşxaneyê.
Ji ber êrîşa balafirên şer ên artêşa Tirk, duh bi şev li Efrînê Emîne Şahîn (50) şehîd bûbû.
12:25
Kolanên Efrînê ji aliyê HPC'ê ve tên parastin
Endamên HPC'ê yên ji çand û rengên cuda ku kolanên Efrînê diparêzin gotin, "Em ê axa xwe biparêzin. Em ê rê nedin dewleta Tirk."
12:25