YPG'ê 2 celadên DAÎŞ'ê yên Îngilîz girt

Rayedarên Amerîkî ragihandin ku hêzên Kurd, 2 DAÎŞ'iyên welatiyên Îngilîz ên li Sûriyeyê welatiyên Rojavayî kuştine û êşkence li girtiyan kirine, zevt kirine.

Li gorî nûçeyek rojnameya New York Tîmesê, çeteyên hatine girtin Alexanda Amon Kotey û El Shafee Elsheîkh in.

Her du kesê navborî ji ber devoka Îngilîzan weke du ji çar êşkencekarên bi gotina "Beatles" dihatin binavkirin e.

Serkêşê vê koma bi navê "Beatles" Mûhammed Enwazî, Mijdara 2015'an li Reqayê di êrîşeke balafirên şer de hatibû kuştin. Emwazî bi giranî bi navê Jîhadî John dihate naskirin.

Ev şefê çete, di gelek dîmenên serjêkirinê de hatibû dîtin ku serê rojnamevanê Amerîkî James Foley jî hatibû jêkirin. Tê gotin, endamê çaremîn ê komê Aîne Davîs li Tirkiyeyê di girtîgehê de ye.

Ji bilî Fames Foley, welatiyekî din ê Amerîkî Steven Sotloff jî ji aliyê celadên êşkencekar ên koma "Beatles" ve hatibû kuştin.